Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Dihê ya Sêrtê di dema derbasbûna wesayita leşkerî de teqemeniya ku PKKiyan li ser rê bi cî kiribû, teqiya ye. Di encamê de leşkerek miriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA), teqîn di dema ku leşker li gundê Serxetê yê Dihê digeriyan çêbûye.
Di dema teqînê de 3 çawişên pispor birîndar bûne. Leşkerên birîndar bi helîkoptera leşkerî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Digel dermankirinê jî leşkerek miriye. Hate aşkerekirin ku birîna her du leşkerên din jî giran e. (EKN/FD)