Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rapora destpêkê ya derbarê êrîş û pevçûnên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê de aşkere kir ku 14ê Hezîranê di dema xebatên hilbijartinê de qewimî bû.
Li gorî raporê bûyer beriya 14ê Hezîranê yanî beriya ku bi çekan pevçûn çêbibe bi du rojan bûyer dest pê kirine. Rapor van zanyariyan dide:
* 12ê Hezîranê namzetê parlamenteriyê yê AKPyî Îbrahîm Halîl Yildiz û kesên bi wî re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûne dikana Esvet Şenyaşar û kurên wî.
Li vir di navbera Yildiz û kesên pê re û malbata Şenyaşar de nîqaş çêbûye. Lê bûyer bêyî ku mezin bibe bi dawî bûye.
* Yildiz, heyeta bi wî re û parazvanên wî yên bi çek 14ê Hezîranê saet li derdora 15.30 deqîqeyan li Kolana ku dikana Esvet Şenyaşarî lê ye serdana dikandaran kiriye. Dîsa ketine dikana Şenyaşarî. Di vê esnayê de Celal Şenyaşar li nava dikanê, Adil Şenyaşar li ber deriyê dikanê, Ferît Şenyaşar jî li dikana xwe bûye.
Yildizî xwestiye bikeve dikanê
* Yildizî xwestiye ku bikeve dikana Şenyaşaran. Di vê esnayê de di navbera Adil Şenyaşar û Îbrahîm Halîl Yildizî de diyalogeke wiha çêdibe:
Adil Şenyaşar: Mişteriyên min ên jin li dikanê ne, nekevin hundir. Mişterî aciz dibin.
Îbrahîm Halîl Yildiz: Ma em bênamûs im ku tu me nagire hundir?
* Piştî vê diyalogê di navbera xizmên Yildiz û malbata Şenyaşar de nîqaş derdikeve û yek ji parazvanên Yildizî şîmaqekê li ser ruyê Adil Şenyaşarî dide.
Pêşiyê paravzanên Yildizî çek bi kar anîne
* Paşê nîqay mezin bûye û parazvanên Yildizî gule bera lingê Adil Şenyaşarî dane.
* Ferît Şenyaşar dema dibihîse ku gule bera birayê Wî dane, bi devançeya xwe tê û gule bera ser xizm û parazvanên Yildizî dide.
* Di encama pevçûna ku di navbera her du aliyan de Mehmet Şah Yildiz, Celal Şenyaşar û kesekî din birîndar dibe.
Birayê Yildizî li nexweşxanayê miriye
* Adil û Celal Şenyaşar û Mehmet Şah Yildizê birîndar radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, Fadil Şenyaşarî jî radikin Nexweşxaneya Balikligolê ya Rihayê.
* Bav Esvet Şenyaşar ji bo zarokên xwe yên birîndar bibe diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û li vir rastî xizmên Yildizî tê. Xizmên Yildizî li Esvet Şenyaşarî didin û bi navgîneke weke tupê oksîjenê li serê wî didin. Esvet Şenyaşar bi giranî birîndar dibe û wî radikin Nexweşxaneya 25 Aralık a Dîlokê.
* Xizmên Yildizî pêşiyê kamerayên ewlehiyê yên li nexweşxaneyê dişikînin.
* Paşê li ber çavê doktoran bi kêran Celal Şenyaşarê birîndar dikujin. Her weha di heman demê de Adil Şenyaşarê birîndar jî li ber çavê doktor û hemşîreyan bi guleyan dikujin.
* 15ê Hezîranê dema Adil û Celal Şenyaşar li Pirsûsê tên binaxkirin bavê wan Esvet Şenyaşar li nexweşxaneyê dimire.
Birayek hatiye girtin
Piştî ku rapor hate aşkerekirin bi çend rojan derbarê dosyayê de biryara nepenîtiyê hatiye derxistin.
* 17ê Hezîranê, Fadil Şenyaşarê ku li Nexweşxaneya Balikligolê hatibû birîndarkirin, piştî ji nexweşxaneyê derketiye hatiye desteserkirin. Şenyaşar di dosyaya ku biryara nepenîtiyê ji bo wê hatiye standin de bi “kuştinê, kirîn û xwedîtiya çekên guleber ên bêdestûr û birîndarkirinê” tê tohmetkirin. Bi vê tohmetê ew derxistin pêşberî dozgeriyê û paşê jî dadgehê. Dadgehê biryara girtinê ji bo wî derxist.
Birayek jî desteserkirî ye
* Mehmet Şenyaşar kurê dinê Esvet Şenyaşarî ku navê wî di raporê de nîne, li Nexweşxaneya 25 Aralıkê ya Dîlokê dihat dermankirin. Şenyaşar 18ê Hezîranê ji nexweşxaneyê derketiye û yekser hatiye desteserkirin. Hatiye diyarkirin ku ji bo îfadedayinê wê wî derxin edliyeyê.* (TP/FD)
* Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê