Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) derbarê wê êrîşa li Pirsûsê derketiye de daxuyaniyek belav kiriye ku duh di demagera hilbijartinê ya namzetê AKPyê Îbrahim Halîl Yildizî de derketibû û çar kes hatibûn kuştin.
TTByê diyar kiriye ku li Pirsûsê li Nexweşxaneya Dewletê jî êrîş berdewam kirine û du kes li nava nexweşxaneyê hatine kuştin.
TTByê di daxuyaniyê de wiha gotiye:
“Me ew agahî bi dest xistiye ku piştî pevçûnê êrîş li nava Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî berdewam kiriye. Zanyariya ku du kes linava nexweşxaneyê hatine kuştin, derdixe holê ku li nexweşxaneyê ewlehî gelekî lawaz e. Dîsa em pê hesiyane ku ji bo birîndaran bibin nexweşxaneyên li derdorê yên dewletê astengî li pêşiya ambulansan hatiye girtin.”
TTByê bang li Wezareta Tenduristiyê û Walîtiya Rihayê kiriye ku ji bo saziyên tenduristiyê karibin xizmetê bikin tedbîrên hewce bistîni.
Kamera hatine şikandin
Şebnem Korûr Fîncanci Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenê kamerayên hatine şikandin par ve kir ku li nexweşxaneyê hatiye kişandin.
Serokê CHPyê yê Rihayê daxuyanî da
Servet Goren Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Rihayê ji rojnameya Evrenselê re gotiye: dema Esvet Şenyaşar bavê Celal Şenyaşar diçe nexweşxaneyê, ji bo serdana kurê xwe rastî êrîşa xizmên Yildizî hatiye.
Şahidekî bûyerê ji BBC Tirkiyê re axivî ye û gotiye: “Xizmên parlamenterî girtine ser nexweşxaneyê, birayê birîndar kuştine, bav Esved jî çûye nexweşxaneyê û ew jî kuştine.”
Çi bûbû?
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê duh di dema xebatên hilbijartinê de şerê bi çekan derketiye. Li gorî nûçeya Ajansûrfayê, di navbera Îbrahîm Halîl Yildiz û alîgirên wî û esnafan de pevçûn derketiye. Li gorî zanyariyan pêşiyê kesek hatiye kuştin û 8 kes birîndar bûne. Paşê bûyer berdewam kiriye. Di saetên nava rojê de hejmara miriyan gihiştiye 4 an. Her weha hejmareke zêde kes birîndar bûne.
Dema li Pirsûsê Îbrahîm Halîl Yildiz Parlamenterê AKP yê Rihayê û alîgirên wî serdana esnafan dikin, esnafek ji wan dixwaze ji dikana wî derkevin. Di navbera asnaf û alîgirên AKPyê de pevçûn derdikeve.
Piştî vê Yildiz û alîgirên wî ji ciyê bûyerê çûne.
Li gorî zanyariyên ku Ajansûrfa ji şahidên bûyerê bi dest xistine, piştî demekê komek bi çekên lûledirêj girtine ser dikana Şenyaşarî yê bi Yildizî re nîqaş kiriye û li dikanê gule reşandine.
Di vê navberê de pevçûn derketiye û Mehmet Şah Yildiz, birayê parlamenter Yildizî miriye. Suleyman Yildiz birayê wî yê din û, Nihat û Mustafa Yildiz jî birîndar bûne.
Piştî vê bûyerê polîs li navçeyê bicî bûne û tedbîr standine. Lê bûyer nesekinîne û êrîşeke din li ser Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê çêbûye. Di encamê de ji malbata Şenyaşarî 3, ji malbata Yildizî kesek mirine. (BK/FD)