Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navenda Çavdêriya li Mafên Mirovan îro raporek belav kir û diyar kir hin komên ji Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) ku Tirkiye piştgiriya wê dike li herêma Efrînê dest daniye ser malên welatiyan, warên wan xera kirine û malên wan talan kirine.
Wekîlê dîrektorê gihandina hewarê, Priyanka Motaparthyî diyar kir:
“Ev şervan mafên sivîlên bêçek û bêstar naparêzin, berovajiyê wê li ser kirina neheqiyan berdewam in.”
137 hezar kesan ji Efrînê koç kiriye
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, heta 29ê Adarê ya 2018ê tê texmînkirin ku 137 hezar kesan ji Efrînê koç kiriye. Koçber li gundên derdora Til Rifat, Nabûl, Zehra û Fafînê bi cî bûne. Li gorî texmînan Li Til Rifat û 10 gundên derdora wê 90 hezar, li Nabûlê 20 hezar, li Zehrayê 10 hezar û li Fafîn û Kafr Nasehê 15 hezar koçber dijîn.
(AS/MB)