Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mafparêz û Karsaz Osman Kavalayî ji Girtîgeha Sîlîvriyê nameyek şand û aşkere kir ku wî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye. Kavala ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê û vir ve girtî ye.
Kavalayî di nameya xwe de diyar kiriye ku serlêdana wî “ne îtiraza li hemberî biryara neheq a dadgehê ye lê ya li hemberî girtina wî ya demdirêj ya bê dadgehkirine.”
Kavalayî nameya xwe bi pîrozkirina cejnê qedandiye: “Ez cejna hemû dost û nasan pîroz dikim û dixwazim cejnê di nava saxlemî û aramiyê de biborînin.”
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke “Sorosê Tirkiyeyê” bi nav kiribû.
Kavala 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê hatibû girtin.
Osman Kavala kî ye?
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belge di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonya, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyên Helsînkiyê, û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye.(AS/FD)