Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
21 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê duh li Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê ya 32. Hatin dadgehkirin ku 14 ji wan xwendekaran di girtîgehan de bûn. Xwendekar bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” kirine dihatin dadgehkirin.
Bixwîne - Kubra Sagir: Kurdî zimanê min ê dayikê ye, dadger: Yê min jî
Heyeta ku Erdogan Şîmşek serokê wê bû, ji bo 14 xwendekarên girtî bi hinceta “ji ber ku demeke girtî ne û ji ber ku weke xwendekar perwerdeya wan berdewam dike” biryara tehliyeyê da. Heyetê her weha biryara qedexeya derketina derveyî welat ji bo hemû xwendekaran derxist.
Wê biryara qedexeyê ya derketina derveyî welat a ji bo xwendekarên nehatibûn girtin jî wê berdewam bike.
Ji bo Kultîgîn Demîroglûyê doktorayê dike û nehatibû girtin jî ji ber “beşek ji xebatên wî yên perdewdeyê li derveyî welêt didomin” biryar hat girtin ku tedbîrên kontrolê yên edlî yên li ser wî bên rakirin.
Heyeta dadgehê ji Serok Erdogan Şîmşek, endamê heyetê Onûr Sert û Ahmet Selçûk Ozkan û dozger Caner Babaloglûyî pêk dihat.
Bi hinceta ku xwendekar di dema desteserkirinê de rastî îşkenceyê hatine parêzeran daxwaz kirin ku giliyê polîsan bê kirin. Lê heyetê ev daxwaz qebûl nekir.
Heyetê ev biryar bi wê hincetê qebûl nekir ku bûyer beriya qonaxa lêpirsînê çêbûye, li dadgehê çênebûye, ti çavdêriyeke dadgehê ya derbarê vê bûyerê de nîne.
Her weha bi hinceta ku lêkolîna li ser amûrên xwendekaran berdewam dike, biryara radestkirina wan a ji bo xwendekaran nehat qebûlkirin. Dadgehkirin wê 3yê Çiriya Pêşiyê berdewam bike.
Çi bûbû? |
Di 19ê Adarê de komek xwendekar ji bo pîrozkirina çûna Efrînê ya leşkeran dest bi belavkirina liquman kirine. Komek xwendekarên li dijî şerî pankartek vekiriye û ev yek protesto kiriye. Hat îdiakirin ku hingê êrîş li maseyê liquman hatiye kirin. Di 20ê Adarê de, şaxê ciwanan yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) "êrîşa li maseyê liquman" protesto kiriye û digel polîsan meşiyaye. Serokatiya zanîngehê bi daxuyaniyeka nivîskî diyar kiriye "êrîşa li standê nayê qebûlkirin." Polîsan di 22yê Adarê de 7 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê li Kampûsa zanîngehê desteser kiribûn, xwendekarên desteserkirî serbest bûn. Pênc xwendekarên li mal û warên xwendekaran hatîn desteserkirin. Xwendekarên ji desteserkirinê nerazî li medyaya civakî dane zanîn ku "xwendekarên di roja bûyerê de ne li zanîngehê jî hatine desteserkirin, ev yek nîşan dide ku tê xwestin muxalefet bêdeng bibe." Dema xwendekar ji bo diyarkirina nerazîbûnê kom bûyîn polîsan dora wan girtiye û heft kes desteser kirine. Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar li ser bûyerê gotibû: "Divê vê yekê bibêjim ku em hemî xebatê li ser van ciwanên terorîst dikin. Em ê rû û dirûvê wan tesbît bikin û em ê mafê xwendinê nedin wan." Di 26ê Adarê de, Rapornivîsa Parlamentoya Ewropayê ya ku berpirsa raporên li ser Tirkiyeyê ye, Katî Pîrîyê da zanîn ku "[Serokkomar, Recep Tayyîp] Erdoganî xwendekarên şernexwaz wek terorîst bi nav kir, li Tirkiyeya nû rexnekirin karekê zehmet e." 21 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê dê 6ê Hezîranê li Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayan a Stenbolê bêne dadkirin. |
(TP/BK/FD)