Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
21 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê dê sibeyê li Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê ya 32. bêne dadkirin. 14 ji wan xwendekaran di girtîgehan de ne. Malbatên xwendekaran xwestin bila her kes ji biçin dadgehê.
Malbatan di daxuyaniya xwe de diyar kirin:
“Em, raya giştî gelek baş dizanin ku ti sebebên ji bo girtina zarokan nîne. Li hemî derên dinyayê daxwaza aştiyê karekê birûmet e.
“Em malbat[ên xwendekarên girtî] dixwazin raya giştî ya demokratîk digel me bin, xwedîtîyê li mafê zanîn û perwerdeyê yê xwendekarkan bikin.”
Xwendekar bi Qanûna Têkoşîna Dij-Terorê, bi sûcê “propagandakirina ji bo rêxistina terorî” têne dadkirin.
Bixwîne - Du xwendekarên din li Zanîngeha Bogaziçiyê hatine desteserkirin
Xwendekar bi “gotina dirûşman” têne sûcdarkirin.
Çi bûbû? |
Di 19ê Adarê de komek xwendekar ji bo pîrozkirina çûna Efrînê ya leşkeran dest bi belavkirina liquman kirine. Komek xwendekarên li dijî şerî pankartek vekiriye û ev yek protesto kiriye. Hat îdiakirin ku hingê êrîş li maseyê liquman hatiye kirin. Di 20ê Adarê de, şaxê ciwanan yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) "êrîşa li maseyê liquman" protesto kiriye û digel polîsan meşiyaye. Serokatiya zanîngehê bi daxuyaniyeka nivîskî diyar kiriye "êrîşa li standê nayê qebûlkirin." Polîsan di 22yê Adarê de 7 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê li Kampûsa zanîngehê desteser kiribûn, xwendekarên desteserkirî serbest bûn. Pênc xwendekarên li mal û warên xwendekaran hatîn desteserkirin. Xwendekarên ji desteserkirinê nerazî li medyaya civakî dane zanîn ku "xwendekarên di roja bûyerê de ne li zanîngehê jî hatine desteserkirin, ev yek nîşan dide ku tê xwestin muxalefet bêdeng bibe." Dema xwendekar ji bo diyarkirina nerazîbûnê kom bûyîn polîsan dora wan girtiye û heft kes desteser kirine. Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar li ser bûyerê gotibû: "Divê vê yekê bibêjim ku em hemî xebatê li ser van ciwanên terorîst dikin. Em ê rû û dirûvê wan tesbît bikin û em ê mafê xwendinê nedin wan." Di 26ê Adarê de, Rapornivîsa Parlamentoya Ewropayê ya ku berpirsa raporên li ser Tirkiyeyê ye, Katî Pîrîyê da zanîn ku "[Serokkomar, Recep Tayyîp] Erdoganî xwendekarên şernexwaz wek terorîst bi nav kir, li Tirkiyeya nû rexnekirin karekê zehmet e." 21 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê dê 6ê Hezîranê li Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayan a Stenbolê bêne dadkirin. |
(BK/MB)