Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Facebookê li zêdetirî 10 welatan dest bi bernameya piştrastkirina nûçeyan kiriye. Hevkara wê ya li Tirkiyeyê teyit.org e.
Li gor bernameya Facebookê, li her welatan aliyê sêyem dê rastî û nerastbûna nûçeyan tesbît bike û nehêle li platformên li ser înternetê belav bibe.
Bixwîne - Facebook: Agahiyên 87 milyon bikahêneran hatine bidestxistin
Dema ku guman li ser rastbûna parvekirineka li ser Facebookê bê dîtin teyit.org dê wê kontrol bike.
Li ser hevkariya wan a digel Facebookê avakerê teyit.orgê Mehmet Atakan Focayî daxuyaniyek daye û diyar kiriye ji bo rêlibergirtina agahîyên xelet ev gaveka mezin e. Facayî daye zanîn “em wek teyit.org hewil didin derfetekê ji bo wan bikarhênerên medyaya civakî çêbikin ku serkaniya sereke ya agahîstandinê ji bo wan medyaya civakî ye.”
(TP/MB)