Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji ber ku destûra Parka Geziyê nehate dayin îsal jî daxuyanî nehate dayin.
Ji bo pêncemîn salvegera berxwedana Parka Geziyê du roj berê (30ê Gulanê) polîsan bariyer danîbûn derdora Parka Geziyê ya li Taksîmê.
Kesên ku duh ji bo pêncem salvegera Berxwedana Geziyê hatin, saet 19.00ê de li ber avahiya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Enderyaran a Tirkiyeyê (TMMO) kom bûn. Çalakvan ji Kolana Kuçukparmakkapiyê ber bi Kolana Îstîklalê meşiyan û ji vir jî çûn ber Konsolxaneya Fransayê.
Lê polîsan li vir barîkat danîbûn û destûr nedan ku çalakvan bimeşin. Çalakvanan bertek nîşanî dorpêça polîsan da û daxuyaniya ku bi armanca pêncemîn salvegera Berxwedana Geziyê hatibû amadekirin nexwend.
Ji Piştevaniya ji bo Taksîmê Mucella Yapiciyê ew metin xwend ku 29ê Gulanê li Odeya Mîmaran a TMMOBê bi armanca beşdariya çalakiyê hatibû xwendin. Paşê çalakî bi dawî hat.
Di çalakiyê de kesên di dema Berxwedana Geziyê de hatibû kuştin hatin bibîranîn. Her weha sloganên weke “Wê Rewşa Awarte biqede, talankirin biqede, KHK biqedin, koşk biqede, wê Gezî bimîne”, “Li ber xwe bide Efrîn li ber xwe bide Stenbol”.
Pêkhateyên Piştevaniya ji bo Taksîmê, nûnerên partiyên siyasî, Gulsem Elvan dayika Berkîn Elvan, dayika Alî Îsmaîl Korkmazî Emel Korkmaz û birayê wî Gurkan Korkmaz, Sayfî Sarisuluk dayika Ethem Sarisulukî, Fahriye Yildirim dayika Medenî Yildirimî, Nûray Gedîk dayika Hasan Ferît Gedikî, Alî Ayvalitaş bavê Mehmet Ayvalitaşî ku di li Geziyê miribûn beşdarî çalakiyê bûn.
Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Şoreşger, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP), Kaldiraç, Yekîtiya Têkoşînê, Feminîst Amfî, Dîren Unîversîte, Canan Kaftancioglû Seroka CHPyê ya Stenbolê, Sezgîn Tanrikûlû parlamenterê CHPyê, parêzer Can atalay, TTB, Oya Ersoy Seroka Giştî ya Halkevlerî û namzeta parlamenteriyê ya HDPyê, Esengul Demîr Seroka HDPyê ya Stenbolê piştgirî dane çalakiyê. (TP/ÇT/PT/FD)
* Fotograf: Tansu Pişkin