Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Walîtiya Wanê aşkere kir ku çalakî û bername ji bo 30 rojî hatine qedexekirin. Xebatên hilbijartinê ne di vê çarçoveyê de ne.
Walîtiyê biryar li ser malpera xwe ya fermî aşkere kir û li gorî wê, qedexe îro dest pê dike.
“Dabînkirina aramî û ewlehiyê” weke hinceta biryarê hatiye aşkerekirin.
Walîtiyê diyarkiriye ku “Di çarçoveya Yasaya Civîn, Xwenîşandan û Meşan a hejmar 2911ê de, hemû xwenîşandan, civîn û meşên xwenîşandanê, di çarçoveya xala 1ê ya pêvekê ya Yasaya Erk û Karbidestiya Polîsan a hejmar 2559ê de şano û yên weke wê, ji bilî yên şîrketên tîcarî belavkirina belavokan û daliqandina pankart û afîşan,
“Daxuyaniyên çapemeniyê, vekirina konan û standan, çalakiyên rûniştinê, yên weke wan ji 29ê Gulanê ya 2018ê û pê de ji bo 30 rojî hatine qedexekirin.” (AS/FD)