Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenterê HDPyê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu wê îro li Enqereyê derkeve pêşberî dadgehê ku ji ber du axavtinên xwe yên dema parlamenterê Mêrsînê bû doz lê hatibû vekirin û ev her du doz kiribûn yek dosya.
Kurkçu wê îro saet 15.30 deqîqeyan li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê îfadeya xwe bide. Kurkçu bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” û “propagandayê” tê dadgehkirin û wê ji Enqereyê bi rêya SEGBİSê beşdarî dadgehkirina li Mêrsînê bibe.
Ji ber axavtinan doz lê hatibû vekirin
Dema Kurkçu parlamenterê Mêrsînê bû, li ber avahiya BDPyê ya Tarsûsê axivî bû û gotibû, “Em dixwazin ku vegerin ser maseya aştiyê. Bila ev şer li Tirkiyeyê jiyana ciwanên nestîne. Bila şer bi dawî bibe, ji bo rêya aştiyê vebe muzakere dest pê bikin” û xwestibû tecrîda li ser Abdullah Ocalan Rêberê PKKyê rabe. Dîsa 14ê Tîrmehê ya 2012ê li Amedê di dema mitînga KCDyê de axivî bû û ji ber wê jî fezleke ji bo wî hatibû amadekirin.
Piştî ku parezbendiyên parlamenteran rabûbû, sala 2017ê Mûrat Şadan Baş Wekîlê Serdozgerê Komarî yê Mêrsînê îdianame amade kiribû û bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” û “propagandayê” xwestibû ji 5 salan heta 10 salan Kurkçu bê cezakirin.
Doza din a derbarê Kurkçuyî de jî ji hêla Cemîl Balcilar Wekîlê Serdozgerê Komarî yê Mêrsînê ve li 8emîn Dadgeha Cezayan a Giran a Mêrsînê hatibû vekirin. Di vê dozê de jî ji bo Kurkçuyî ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. (ÇT/FD)