Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hunermend Pinar Aydinlar dema ji Almanyayê vedigeriya Tirkiyeyê li Balafirxaneya Ataturkê hate desteserkirin. Polîsan dest danîne ser pasaporta Aydinlarê û ew girtine û birine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.
Aydinlar, di hilbijartina giştî ya 7ê Hezîranê ya 2015ê de ji HDPyê weke namzeta Îzmîrê ketibû hilbijartinê. Ji ber axavtinên wê ên di dema xebatên hilbijartinê de bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” 10 meh cezayê girtîgehê dabûn Aydinlarê û ev cezayê wê hatibû erêkirin.
Derbarê Pinar Aydinlarê de
Stranbêj, siyasetmedar û nivîskar.
Sala 1979ê li Îzmîrê ji dayik bûye, lê Erziromî ye. Beşa Zanistên Bingehîn li Konservatûara Dewletê ya Mûsîka Tirkan a Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê qedandiye.
Sala 2003ê, albûma xwe ya bi navê “Divê em stranan bibêjin” (Türkü Söylemek Lazım) derxistiye. Paşê sala 2007ê albûma bi navê “Gula Sor” (Kırmızı Gül) û sala 2011ê ya bi navê “Xeyaleke Şîn” (Mavi Bir Düş” derxistiye.
Sala 2014ê li gel Sirri Sureyya Onderî, li ser navê HDPyê bû namzeta Hevserokatiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.
Di hilbijartina 7ê Hezîranê ya 2015ê de li gel Ertûgrûl Kurkçuyî li ser navê HDPyê bû namzeta parlamenteriyê ya Îzmîrê. Aydinlarê di rojnameya SoLê de nivîs nivîsandine û sala 2011ê di filmê bi navê “Piştî Şoreşê” (Devrimden Sonra) de lîstiye. (TP/FD)