Wêne: AA
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), dê balyozxaneya xwe ya li Qudsê veke gelek xwenîşander kom bûne, Artêşa Îsraîlê li wan reşandiye 43 kes mirine.
Ji ber vekirina balyozxaneyê û 70 saliya Naqbayê(felaketa mezin) e du rojan xwenîşandan dê bêne pêkanîn. Di dema amadekariyên ji bo xwenîşandanan dihat kirin leşkerên Îsraîlê li xwenîşanderan reşandiye.
Live from Gaza Strip as March of Return protests continue https://t.co/0AliVa7HvO pic.twitter.com/inz0KRvvBL
— Ruptly (@Ruptly) 14 Mayıs 2018
Li gor daneyên Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê 43 kes mirine 1.800 kes birîndar bûne. 448 kes bi fîşekên rastî birîndar bûne.
Du rojnameger birîndar bûne
Li gor rojnameya Îsraîlê ya bi navê Haaretsê leşkeran fîşekên plastîk û rastî bi kar înane. Herweha hêzên çekdar ên fermî yên Îsraîlê gaza hêsirrçj jî bi kar înane.
Li gor agahiyên destpêkê di nav birîndaran de du rojnameger jî hene.
Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li Qutsê hat vekirin.
Naqba çi ye?
Di 14ê Gulana 1948ê de Îsraîlê serxwebûna xwe îlan kiriye. Xelkê filistînê hatine sûrgûnkirin. Xelkê filistînê wê rojê wek “felaketa mezin-naqba” bi na dikin.
(PT/MB)
Çavkanî: Ruptly, Haaretz, BBC, CNN, Twitter.