Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dost û hevalên Celalettîn Can, Berdevkê Hewldana 78an û Endamê Meclîsa Partiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 78emîn roja girtina wî de ji bo azadiya wî, li ber Postexaneya Galatasarayê ya li Beyoglûyê çalakiyek li dar xistin.
Çalakvanan nameyên piştgiriyê ji bo Celalettîn Canî û nameyên bangewaziyê ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka medenî û çapemeniya netewî û ya navnetewî re şandin.
Hevalên Celalettîn Canî behsa xebatên wî yên di têkoşîna ji bo mafên mirovan, demokrasî û aştiyê kirin.
Yûnûs Bîrcan, ji Hewldana 78an daxuyaniya hevbeş xwend û diyar kir ku Celalettên Can, yek ji endamên Heyeta Aqilmendan bû û wiha berdewam kir: “Divê Celalettîn Can demildest serbest bimîne ku bi xebat, nivîs û tevgerên xwe ji bo pêşketina demokrasiyê, aştiyê û mafên mirovan li Tirkiyeyê hewl dida”.
Tanrikûlû: Bi kelepçe ew birine neweşxaneyê
Nîmet Tanrikûlû, mafparêz û Hevala Canî got ku dilê Celalettîn Canî 8 sal sekiniye û emeliyat bûye û beriya ku bihata desteserkirin, rapora wî ay biyopsiyê hebû.
Tanrikûlûyê destnîşan kir ku Celalettîn Can bi kelepçeyê birine nexweşxaneyê û li ba cendermayan ew kontrol kirine.
Nîmet Tanrikûlûyê diyar kir ku Celalettîn Can li Girtîgeha Silivriyê ya hejmar 9ê di odeya du kesan de tê girtin û ew naxwaze ji derveyî Tirkiyeyê bijî û piştî standina tedbîran divê ew tehliyeye bibe.
"Derbarê dosyayê de biryara veşarîtiyê heye"
Li ser navê komê Yûnûs Bîrcanî metna hevbeş xwend û wiha got; “Civîn û xwenîşandanên ji bo demokrasî, aştî û mafên mirovan ên ku Can beşdar bûne, bûne hinceta girtina wî. Lê belê ew bernameyên ku kirine hincet esasên bingehîn ên civaka demokratîk in. Him mafê herî demokratîk û him jî wezîfeya Berdevkê Hewldana 78an û Endamê Meclîsa Partiyê yê HDPyê Celalettîn Canî ye bi nasnameya xwe ya demokrasî, azadîxwas û aştîxwaz beşdarî li van civînan bike û daxuyaniyan bide”.
Bîrcanî destnîşan kir ku Can bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin, lê ji ber ku derbarê dosyayê de biryara veşarîtiyê heye, ew nizanin ev kîjan rêxistine.
Bîrcanî ew agahî bibîr xist ku Can sala 2013ê di dema pêvajoya aştiyê de endamê Heyeta Aqilmendan a li Anadolûya Navîn bûye û li gorî qanûna ku di dema vê pêvajoyê de hatiye qebûlkirin, xebatên aqilmendan hatiye parastin.
Kesên ku beşdarî daxuyaniyê bûn ev in: Mafparêz Nîmet Tanrikûlû, ji Hewldana 78an Yûnûs Bîrcan, ji Komeleya Mafên Mirovan Leman Yûrtsever û Meral Çildir, Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Çavdêriyê ya li Mafên Mirovan (Human Rights Watch( Emma Sinclair-Webb, rojnameger Nadîre Mater, Endamê Lijneya Serokan ê Partiya Azadî û Piştgiriyê Alper Taş, ji Hewldana DûrDeyê Ûfûk Ûras, hunermend Zeynep Tanbay, Serokê Komeleya Mamosteyên Zanîngehan Tahsîn Yeşîldere, Serokê Giştî yê Leşkerên Mixalif ên Derbeyên Leşkerî Kûdret Unal, Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, Seroka Stenbolê ya HDPyê Esengul Demîr, avakarê Karşi Sanatê Feyyaz Yaman û nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Navenda Lêkolînên Dersimê. (BK/FD)