Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji ber Dadgeha Destûrê serîlêdana parêzerên wê qebûl nekiriye, dersdêr Ayşe wê bikeve girtîgehê. Dersdêr Ayşe di 8ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê di dema weşana zindî de gotibû “Li vir zarokên ku hîna jidayik nebûne û dayik dimirin, bêdeng nemînin” bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” kiriye ceza dabûnê.
Feleknas Ûca Parlamentera HDPyê û Zeynep Altiok Parlamentera CHPyê û komeke parlamenterên din îro di saetên nîvro de tevlî Ayşe Çelîkê çûne Edliyeya Amedê.
Zeynep Altiokê ji bianetê re got ku, “Ji bo biryara demkî Dadgeha Destûrê biryara gotûbêjkirinê standibû. Lê ji ber ku ew hevdîtin çênebû, daxwaza zêdekirina demê ya 10 rojan hatibû kirin. Ew qebûl nekirin.
“Li gorî vê encamê wê dersdêr Ayşe îro xwe radest bike, di saetên êvarê de”.
Ayşe Çelîk dersdêra çêkirina wêneyan di rojên ku li Sûr, Cizîr, Farqîn, Nisêbîn û Geverê pevçûn çêdibûn de bi rêya telefonê beşdarî bernameya bi navê Beyaz Showê bibû ku bername di televizyona Kanal Dyê de dihat weşandin.
Temaşevanên li salona televizyonê çepik ji bo wê lê dabûn
Ji ber ku Çelîkê gotibû, “Ez ê axavtina xwe gelekî kurt bibirim. Gelo we hay jê heye ku bê li Bakurê Rojhilatê Tirkiyeyê çi diqewimin?” ji hêla temaşevanên li salona televizyonê çepik ji bo wê hatibû lêdan. Çelîkê di bernameyê de wiha berdewam kiribû:
“Li vir zarokên jidayik nebûne, dayik, mirov tên kuştin. Weke hunermend, weke mirov divê hûn jî bêdeng nemînin û bi rengekî ji van tiştan re bibêjin bese. Ez dixwazim tiştekî din bibêji. Hin mirovên aciz hene ku bi mirina zarokan bextewer dibin. Ez, di rastiyê de em nikarin tiştekî ji wan zarokan re bibêjin. Ji bilî gotina, xwelî li serê we be…”
Pêşkêşvanê bernameyê Beyazit Ozturkî jî bi gotinên “Ev gotinên we careke din ji bo me bûn ders…Ev daxwazên we yên ji bo aştiyê daxwazên me ne jî. Em jî dixwazin” lê 8ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê derketibû Bultena nûçeyan a Kanal Dyê û lêborîn xwestibû.
Piştî vê bûyerê j 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê bi tohmeta ku “propagandaya terorê kiriye” derbarê Çelîkê de doz vekiribû. 26ê Nîsanê sala 2017ê jî dadgehê sal û 3 meh ceza lê birî bû. Li hemberî vê biryarê parêzeran serî li 2yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê dabûn lê biryar hatibû erêkirin. (ŞA/FD)