Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nivîskarê rojnameya Independentê, Robert Fisk ji bo lêkolînê çûye navçeya Dumayê ya Sûriyeyê. Fiskî di nivîsa xwe de diyar kiriye ku bijîşkê li nexweşxaneya wê derê gotiye çekên kîmyayî nehatiye bikarînan.
Di 7ê Hezîranê de, komên mixalif û koma parastina sivîlan a wek “Kumspî” têne nasîn hin vîdeo weşandin. Di vîdeoyan de diyar dibû ku hin kesên piraniya wan zarok bûn nedikarîn nefesê bistînin.
Fîsk çûye wê klînîka ku dîmen lê hatibû girtin, bijîşkê ku di dema bûyer qewîmî de li wê derê bûye gotiye:
“Bi êrîşên ji esmanan hatî kirin gelek toz rabû û bi bayê tesîreka wek ya madeyên kîmyayî kir.”
Sê dewletan li Sûriyeyê dabû
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Fransa û Ingilîzîstan Sûriyeyê bi wê yekê sûcdar dike ku wê çekên kîmyayî bi kar aniye û ji ber wê hersê dewletan serê sibeyê li Sûriyeyê dan.
Dewletan ji balafir û keştiyên şerî fûze berdane cihên wek armanc hatîn diyarkirin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattisî diyar kiriye ku ev operasyon bi tenê ji bo yek carê bûye. Herweha ji bo kiriyarên Sûriyeyê peyameka xurt bûye.
Ev operasyon ji beriya ku OPCW(Rêxistina Qedexekiina Çekên Kîmyayî) dest bi lêkolînan bike dest pê kir.
WHO: Nîşanên çekên kîmyayî hene
Rêxistina Salemiyê ya Cîhanê(WHO) eşkere kir ku divê ji bo gihandina alîkariyan rêya navçeya Dumayê ya bajarê Gutayê ya Sûriyeyê bê vekirin.
Rêxistinê da zanîn ku li Dumayê li zêdetirî 500 kesan nîşanên çekên kîmyayî hatine dîtin û zêdetirî 70 kesan mirine.
Ji bo rêxistinên Neteweyên Yekbûyî heta niho destûra çûyina wan cihên tê îdiakirin ku çekên kîmyayî hatine bikaranînnehatiye dayin.
Hikumeta Sûriyeyê diyar kir ku îdiayên dîyar dikin çekên kîmyayî hatine bikarînan ne rast in. Mûxalifên dibînin Guta dê bikeve derewên bi vî rengî belav dikin.
(PT/MB)