Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Kampûsa Meşelîkê ya Zanîngeha Osmangaziyê ya Eskîşehîrê kesekî êrîşeke çekdarî pêk aniye. Di encamê de 4 kes mirine. Kesê ku êrîş kiriye hatiye desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji Zanîngehê hatiye kirin Dr. Mîkaîl Yalçin Alîkarê Dekanê Fakulteya Perwerdeyê, Fatîh Ozmûtlû Sekreterê Fakulteya Perwerdeyê, Akademisyen Serdag Çaglar û Yasîr Armagan di encama êrîşê de mirine.
Rektor: Lêpirsîn derbarê wî de hebû
Prof. Dr. Hasan Gonen Rektorê Zanîngehê ji Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (İHA) re axiviye û gotiye, kesê kû êrîş pêk aniye li Zanîngehê akademisyen e û di encama bûyerê de çar kes mirine.
Rektor Hasan Gonenî derbarê bûyerê de wiha gotiye:
“Akademisyen çûye odeya dekanî. Dekan ne li wir bûye, sekreterê/a fakulteyê li wir bûye. Gule bera wî/wê daye. Gule bera alîkarê/a dekan û du akademisyenên din jî daye. Dema ku bi demançeyê ji avahiya zanîngehê derdikeve kesên ewlekariya zanîngehê digirin ew şopandine û radestî polîsan kirine.”
Rektor di dema weyana televizyona CNNTurkê de diyar kiriye ku kesê êrîşkar ê bi navê D. B. xwendekarê doktorayê ye. Herwiha gotiye ku êrîşkar di çarçoveya Xala 35ê a Qanûna Saziya Xwendekariyê ya Bilind de (YOK) rastî lêpirsînê hatiye. Sedema lêpirsînê jî “devavêtinên li ser personelên îdarî û akademîk” hatiye nîşandan.
Ozdemîr Çakacak Waliyê Eskîşehîrê li ber fakulteyê axivî û got ku, “Serdozgeriyê erk daye 3 dozgeran û lêkolîn tê kirin”.
Ji bo heman bûyerê li ser malpera Zanîngehê peyama sersaxiyê hat belavkirin. (BK/FD)