Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
9 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ji hêla dadgehê ve hatin girtin, 6 ji wan bi şertê kontrola edlî serbet man.
Ji 16 xwendekaran 15 xwendekar piştî jêpirsîna wan a li Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepeyê ji bo îfadeya dozgeriyê duh birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Dozgeriyê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê” kirine daxwaza girtina xwendekaran kir û ew şandin dadweriyê. Dadweriya Cezayan a Silhê biryara girtina 9 xwendekaran derxist û 6 xwendekar jî bi şertê kontrola edlî serbest hişt.
Xwendekarek hîna desteserkirî ye
19ê Adarê li Zangîngeha Bogazîçiyê di dema belavkirina “lokûmê Efrînê” de bûyer derketibûn û piştî wê polîsan xwendekar desteser kiribûn. Desteserkirina xwendekaran di rojên piştî bûyerê de jî berdewam kiribû û di encamê de 16 xwendekar hatibûn desteserkirin.
Xwendekarê beşa Matematîkê yê di dema ketina dibistanê de ji hêla polîsan ve hatibû desteserkirin, tê îdiakirin ku di nava wê bûyera 19ê Adarê de bûye. Ew xwendekar hîna jî li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tê girtin.
Çi bûbû?
Di 19ê Adarê de komek xwendekar ji bo pîrozkirina çûna Efrînê ya leşkeran dest bi belavkirina liquman kirine. Komek xwendekarên li dijî şerî pankartek vekiriye û ev yek protesto kiriye. Hat îdiakirin ku hingê êrîş li maseyê liquman hatiye kirin.
Di 20ê Adarê de, şaxê ciwanan yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) “êrîşa li maseyê liquman” protesto kiriye û digel polîsan meşiyaye.
Serokatiya zanîngehê bi daxuyaniyeka nivîskî diyar kiriye “êrîşa li standê nayê qebûlkirin.”
Di 22yê Adarê de polîsan bi ser mala xwendekarên şernexwaz de girtine û ew desteser kirine. Xwendekarên ji desteserkirinê nerazî li medyaya civakî dane zanîn ku “xwendekarên di roja bûyerê de ne li zanîngehê jî hatine desteserkirin, ev yek nîşan dide ku tê xwestin muxalefet bêdeng bibe.”
Dema xwendekar ji bo diyarkirina nerazîbûnê kom bûyîn polîsan dora wan girtiye û heft kes desteser kirine. (EU/AS/FD)