Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo ku 7 sal û nîv cezayê girtîgehê li parêzer Eren Keskîn Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) hatiye birîn li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Stenbolê civîneke çapemeniyê bi rê ve çû.
143 doz derbarê Keskînê de hatiye vekirin ku ji ber di navbera salên 2014 û 2016ê de hevberpirsiyariya weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê kiriye 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Li gel muwekil û mafparêzan Ûmît Kivanç, Tûgrûl Eryilmaz, Yasemîn Çongar, Mûrat Çelîkkan, lîstikvan Nûr Surer, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Serokê Giştî yê Basin-İşê ya DİSKê Farûk Eren, Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Umît Efe, goranîbêj Eylem Aktaş, endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Piştevaniyê ya LGBTIyan û Berdevka Tevgera Jinên Demokratîk Kivilcim Arat û ji Hewldana 78’an Nîmet Tanrikûlû beşdarî li civînê kirin.
Di civînê de Ozcan Kiliç parêzerê Eren Keskînê axivî û banga beşdariyê ya doza 7ê Gulanê kir.
Keskîn: Ez tenê li diya xwe û pisîkên xwe difikirim
Eren Keskînê spasiyên xwe ji bo hemû beşdaran pêşkêş kir û wiha axivî:
“Her demê ez bûm mafparêz, min her demê ret kir ku ez bikevim nava siyasetê, min têkoşîna azadiya xweîfadekirinê da. Ji ber ku min gotina Kurdistanê bi kar anî, berê jî ceza li min hate birîn, ez ketim girtîgehê.
“Ji ber ku ez xwe deyndarê Mûsa Anter, Bûrhan Karadenîz, Ferhat Tepe û gelekên weke wan dibînim, ji ber ku ev rojname ya wan e, bi armanca piştgiriyê navê min weke berpirsa weşanê ya giştî li wir hat nivîsandin lê min ev kar qet nekir û ez neçûm rojnameyê..
“Heta wê dema wan jê re digot pêvajoya aştiyê yek doza rojnameyê tune bû ku ti caran baweriya min bi wê pêvajoyê nedihat, lê paşê doz li ser hev hatin vekirin. Sê salan navê min li rojnameyê nivîsandîbû. Ji ber fişarê min ji hevalan re got ku min biguherînin, ji ber ku dayikek min a 85 salî heye, divê ez li wê binêrim.
“Di doza esasî de ez bi sûcê heta hetayê têm dadgehkirin, derketina li derveyî welêt li min hatiye qedexekirin, 105 hezar TL cezayê pareyan û 12 sal cezayê girtîgehê li min hatiye birîn. Ne li gorî wicdanê ti hiqûqê ye ku kesek ji ber wan nivîsên nenivisandiye bê dadgehkirin û ev ceza qasî cezayê heta hetayê ye. Tirkiye niha hemû peymanên navnetewî bin pê dike. Tirkiye ne dewleta hiqûqê ye lê welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) çima bêdeng dimîne?
“Ez ê neçim ji derveyî welêt, ez ê têkoşîna xwe ya azadiya xweîfadekirinê berdewam bikim. Ez tenê li diya xwe û pisîkên xwe difikirim. Ez vê neheqiyê qebûl nakim. Ji ber wê ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim.” (TP/ÇT/FD)