Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Saziya Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF) aşkere kir ku ji sala 2016ê heta meha adarê ya 2018ê, ji Tirkiyeyê 288 kesên xwediyê pasaporta dîplomatîk û 771 kesên xwediyê pasaporta kesk (hin karmend û burokrat dikarin vê pasaportê bistînin) daxwaza penaberiyê li Almanyayê kirine. Li gorî daxuyaniya ku duh hatiye kirin, hejmara daxwaza leşkeran ne di nava vê hejmarê de ye.
Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê, BAMFyê derbarê daxwaza penaberiyê ya welatiyên Tirkiyeyê de ev agahî belav kirine: Ji sala 2016ê heta meha Adarê ya 2018ê ^15 hezar û 654 kesan ji bo penaberiyê serî lê dane. Sala 2016ê ev hejmar 5 hezar û 700 bû. Sala 2017ê ev hejmar bûye 8500, di du mehên pêşiyê yên sala 2018ê hejmar 1400 e.
Hejmara daxwazên sala 2017yê 5 caran ji hejmara daxwazên sala 2015ê zêdetir e. Dîsa tê dîtin ku hejmara daxwazan di her du mehên pêşiyê yên sala 2018ê de jî bilind dibin.
Li gorî daxuyaniya BAMFyê weke zêdebûna hejmara daxwazan, hejmara qebûlkirina daxwazan jî bilind dibe. Di sala 2016ê daxwaza ji sedî 8an hatibû qebulkirin ev hejmar sala 2018ê derketiye ji sedî 42an. (ŞA/FD)