Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
15 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê desteserkirî ne. Ji bo serbestîya xwedekaran 1250 akademîsyenan bangnameyek îmze kiriye.
199 akademîsyenan bangnameyek amade kiribû û diyar kiribûn:
“Em akademîsyenên navneteweyî, bi awayekê hişk li dijî wê yekê ne ku di van demên paşiyê de xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê hatine girtin û taciz li wan hatiye kirin.
“Em bangî hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku bila demildest xwendekarên girtî serbest bêne berdan.
“Em soz didin ku bi hemî rêyên taybet û civakî em ê piştgiriya xwendekaran bikin.”
Ji 30ê Adarê heta niho jimara akademîsyenên bangname îmze kirî ji 199ê bûye 1250.
Çi bûbû?
Di 19ê Adarê de komek xwendekar ji bo pîrozkirina çûna Efrînê ya leşkeran dest bi belavkirina liquman kirine. Komek xwendekarên li dijî şerî pankartek vekiriye û ev yek protesto kiriye. Hat îdiakirin ku hingê êrîş li maseyê liquman hatiye kirin.
Di 20ê Adarê de, şaxê ciwanan yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) “êrîşa li maseyê liquman” protesto kiriye û digel polîsan meşiyaye.
Serokatiya zanîngehê bi daxuyaniyeka nivîskî diyar kiriye “êrîşa li standê nayê qebûlkirin.”
Di 22yê Adarê de polîsan bi ser mala xwendekarên şernexwaz de girtine û ew desteser kirine. Xwendekarên ji desteserkirinê nerazî li medyaya civakî dane zanîn ku “xwendekarên di roja bûyerê de ne li zanîngehê jî hatine desteserkirin, ev yek nîşan dide ku tê xwestin muxalefet bêdeng bibe.”
Dema xwendekar ji bo diyarkirina nerazîbûnê kom bûyîn polîsan dora wan girtiye û heft kes desteser kirine.(EA/MB)