Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Bogazîçîyê li ser operasyona li xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê hatî kirin daxuyaniyeka nivîskî belav kir.
“Bimire bindestî”
Komîsyonê di daxuyaniya xwe de cih daye van gotinan:
“AKP û serokê wê yê giştî ku tunehesibandina xweserî û azadiya akademîk ji xwe re kiriye exlaq, bi hevkariya rektorê qeyyûm ku tayîn kiriye, berdewam e li ser hedefgirtina wan kesan ku ne ji wan in. Di vê çarçoveyê de hewl dide ku bi zext û gefan hemû fikrên ciyawaz ên Zanîngeha Bogaziçiyê bifetisîne ku heta roja îro bûye yek ji kelehên fikra azad. Ev bûyerên ku li kampûsê diqewimin yek ji wan dengên bêhempa ne ku di vê pêvajoya dawî de li dijî şer di qada giştî de hatine bilindkirin. Dibistana me ku ji her hêlê ve li jêr hêrişan e, eger li vî dengî xwedî derkeve dê vê helwesta dîrokî bihêztir bike. Em dixwazin bînine bîra we; heta ku em dengê xwe bilind nekin û li ber xwe nedin, zanîngeh dê bibine qurbanê desthilatdareke yekdeng û gewr
“Ji vir bangewaziya me ye ji bo mamosteyên me û akademiyê: Hedefa piştî vê hêrişa eşkere ku li xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê tê kirin hûn in. Em we hemûyan vedixwînin ji bo bilindkirina dengê xwe û piştgirîkirina xwendekarên xwe heta ku lê dereng nebûye.
“Em dixwazin bila bê zanîn ku hevalên me ne tenê ne. Em ê bi her awayî li gel wan di nav hevgirtinê de bin û em ê berdewam bin li berevanîkirina aşitiyê!
“Bijî azadî, bimire bindestî!”
Çi bûbû? |
Di 19ê Adarê de komek xwendekar ji bo pîrozkirina çûna Efrînê ya leşkeran dest bi belavkirina liquman kirine. Komek xwendekarên li dijî şerî pankartek vekiriye û ev yek protesto kiriye. Hat îdiakirin ku hingê êrîş li maseyê liquman hatiye kirin. Di 20ê Adarê de, şaxê ciwanan yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) "êrîşa li maseyê liquman" protesto kiriye û digel polîsan meşiyaye. Serokatiya zanîngehê bi daxuyaniyeka nivîskî diyar kiriye "êrîşa li standê nayê qebûlkirin." Polîsan di 22yê Adarê de 7 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê li Kampûsa zanîngehê desteser kiribûn, xwendekarên desteserkirî serbest bûn. Pênc xwendekarên li mal û warên xwendekaran hatîn desteserkirin hêj desteserkirî ne. Xwendekarên ji desteserkirinê nerazî li medyaya civakî dane zanîn ku "xwendekarên di roja bûyerê de ne li zanîngehê jî hatine desteserkirin, ev yek nîşan dide ku tê xwestin muxalefet bêdeng bibe." Dema xwendekar ji bo diyarkirina nerazîbûnê kom bûyîn polîsan dora wan girtiye û heft kes desteser kirine. Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar li ser bûyerê gotibû: "Divê vê yekê bibêjim ku em hemî xebatê li ser van ciwanên terorîst dikin. Em ê rû û dirûvê wan tesbît bikin û em ê mafê xwendinê nedin wan." Di 26ê Adarê de, Rapornivîsa Parlamentoya Ewropayê ya ku berpirsa raporên li ser Tirkiyeyê ye, Katî Pîrîyê da zanîn ku "[Serokkomar, Recep Tayyîp] Erdoganî xwendekarên şernexwaz wek terorîst bi nav kir, li Tirkiyeya nû rexnekirin karekê zehmet e." |
(AS/MB)