Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Endama Lijneya Birêvebir ya Navendî ya HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk), Gulsum Agaoglu ji ber axiftina di roja Newrozê de hat girtin.
Digel Agaogluyê pênc kes dî jî hatibûn desteserkirin, herpênc kes bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.
Bixwîne - Ji Nisêbînê heta Îzmîrê Newroz li gelek deveran hat pîrozkirin
Gulsum Agaogluyê di şahiya Newrozê ya li Tekirdagê axivîbû. Ligor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamyayê Agaogluyê li meydana şahiyê ji bo beşdaran axiviye û gotiye:
“Ez xwe li ber Kawayê Hêsinkar û Kawayê hemdemî Mezlum Doganî ditewînim...
“Tirkiyeyê çeteyeka tecawizkar, barbar û dijmina jinan kiriye hevala xwe û dest pê kiriye ku Efrînê dagir dike.
“Efrîn hat dagirkirin û tê talankirin.”
Agaogluya ku di roja Newrozê de hatibû desteserkirin duhî bi biryara Dadgeha Çorluyê hat girtin.
(AS/MB)
Wêne: Mehmet Yirun – Tekirdag / DHA