Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navenda Efrînê di encama lêgirîna teqemeniyan de bombeya ku berê hatibû bi cî kirin teqiya. Di encama vê bûyerê de 3 leşker mirine, 3 leşker jî birîndar bûne.
Cenazeyên leşkeran ji ser sînor birine Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê. Leşkerên birîndar piştî mudaxeleya pêşiyê rakirine nexweşxaneyên.
Serbazê bipeyman ê 25 salî Gokhan Gullu ji Tokatê, leşkerê bipeyman ê 23 salî Hasan Kadîr Demîral ji navçeya Antakya ya Hatayê ye. Ji ber ku heta saet 17.40 deqîqeyan jî agahî nedane malbata leşkerên din, navê wî nehatibû aşkerekirin.
Serfermandariyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku 28ê Adarê yê 2018yê 3 leşker mirine û 3 leşker jî birîndar bûne.
Li Bedlîsê leşkerek miriye, leşkerek birîndar bûye
Li çoltarê Bedlîsê di dema operasyonê de bombeya ku PKKiyan berê bi cî kirine teqiya ye û di encamê de leşkerek miriye, yek jî birîndar bûye.
Leşkerê birîndar bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê.
Operasyona li herêma Sehiyê ya li ser rêya Hîzanê berdewam dike ku 30 kîlometro dûrî bajar e. (AS/FD)
* Fotograf: Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA)