Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di 6ê Adarê de li bajarê Trabzonê êrîşek li Dêra Santa Maria ya Katolîkan hatibû kirin. Parlamenterê Stenbolê yê HDPyî(Partiya Gelan a Demokratîk), Garo Paylanî li ser bûyerê pirsnameyek da meclîsê.
Paylanî xwest wezîrê Wezareta Karên Navxweyî, Suleyman Soylu bersiva pirsên di pirsnameyê de bide.
Wekîlê HDPyî da zanîn ku li taxa dêr lê ye, li taxa Kemerkayayê ji beriya 12 salan keşeyê Rahip Andrea Santoro hatibû kuştin.
“Di Sibata 2018ê de jî hin kesan hewil daye wê dêrê bişewitîne.” Li ser vê yekê walîtîyê daxuyandiye ku wê ji bo zelalkirina bûyerê dest bi lêkolînan kiriye.”
Paylanî bi pirsnameyê pirsî:
Gelo li ser vê êrîşa li Dêra Santa Maria ya Katolîkan hatî kirin lêpirsînek hatiye kirin.
Çima digel ku Walîtîya Trabzonê di meha Sibatê de diyar kiriye wê ji bo ewlehiya dêrê tedbîr girtine lê di meha Adarê de êrîş hatiye kirin?
Ji bo dijayetiya nefreta li dijî filehan çi xebat hene?
(PT/MB)