Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo Meşa Femînîst ya Jinan, bi hezaran jin li ber deriyê Navenda Çandê ya Fransîyan kom bûn û li ser Caddeya Îstiklalê meşiyan.

Wêne: Hüseyin Aldemir
Polîsan ji serê sibeyê ve dest bi kontrolkirina cihê meşê kiribû.

Digel heyina polîsan, Rewşa Awarte û bariyana baranê, bi hezaran kes meşiyan.

Jin heta Tunelê meşiyan û li wê derê daxuyaniyek xwend.

Di dema xwendina daxuyaniyê de jinan dawet kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "jinan her dem li ber xwe daye û mafên xwe bi vê yekê standine."

"Em dibînin ku mejiyê li dijî jinan diperpite."


"Bijî Femînîzm, bijî berxwedana Femînîst."

(HK/MB)
