Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Duh (6ê Adarê) saet derdora 18.30 deqîqeyan li navçeya Kemerkaya ya Trabzonê Dêra Katolîkan a bi navê Santa Marîayê rastî êrîşê hatiye.
Li gorî zanyariyên di medyayê de hatine belavkirin, kesekî ku emrê wî nêzîkî 40ê ye gule bera cama deriyê geraca dêrê daye. Piştî êrîşa nefretê kesek hatiye desteserkirin.
Êrîşên din ên li ser Dêra Santa Marîayê
9ê Sibatê ya 2018ê: alaveke mijderxistinê avêtin baxçeyê dêrê, 5 kesên ku ji ber êrîşê hatibûn desteserkirin, serbest hatin berdan.
17ê Tîrmehê ya 2016ê: Piştî Hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê ya 2016yê komeke ku darbe protesto dikir, bi tekbîran êrîş birin ser Dêra Katolîkan a Santa Marîayê. Komê kevir avêtin camên dêrê û cam şikandin. Herweha bi çakûçan xwestin ku deriyê dêrê bişikînin.
1yê Kanûna Paşiyê ya 2011yê: Ji ber ku xaç ronîkiribûn gef li dêrê hatibû xwarin. Ji şûşeyên ku êrîşkaran avêtibûn dêrê notek derketibû. Di wê notê de dihat gotin ku “Ya hûn wê xaça li ser dêrê dînin, yan jî em ê dînin”. Agahiya hêzên emniyetê ji êrîşê hat çêkirin. Emniyetê dîmen ji kamerayên ewlehiyê wergirtibûn lê ti delîl nedîtibû. Ji dêrê îfadeya ti kesan nehatibû girtin. Daxwaznameya gilîkirinê nehat qebûlkirin.
Keşe Santoro jî hatibû kuştin
Keşeyê Dêra San Marîayê Andre Santoro 5ê Sibatê ya 2016yê, dema li dêrê dia dikir rastî êrîşa çekdarî hatibû û miribû.
Ogûzhan Akdîn bi îdiaya Santoroyî bi guleyê kuştiye hat girtin ku wê gavê 16 salî bû. Dadgeha Cezayê Giran a Trabzonê 18 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê birî lê ji ber ku dema xwe ya di girtîgehê de temam kiribû tehliye bû. (EA/FD)