Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Girtiyekê nexweş yê bi navê Ramazan Beyazpirinç, dema ji bo nexweşxaneyê dihat birin miriye, Walîtîya Enqereyê destûr nedaye ku lêpirsîn bê amadekirin.
Ramazan Beyazpirinç dema ku li Girtîgeha Wanê bû gelek nexweş bûye lê nexweşxaneyên Wanê ji wî re diyar kiriye ku ew niakrin li Wanê wî derman bikin divê biçe Enqereyê.
Bixwîne - Wezîrê Dadê: Di 8 salan de, 2 hezar û 300 kes di girtîgehan de mirine
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê li nexweşxaneya Enqereyê dixtorê Ramazan Beyaz Pirinçî jê re gotiye:
“Ez ê li te nenêrim, here bila li Wanê te derman bikin.”
Bixwîne - 69 hezar xwendekar di girtîgehê de ne
Girtiyê nexweş dema cara çarem ji bo nexweşxaneyê dihat rêkirin di rê de miriye. Parêzerê Beyazpirinçî, Alişan Şahinî diyar kiriye ji ber neheqiya li mûwekîlê wî hatiye kirin, wan xwestiye li ser xebatkarên nexweşxaneyan lêpirsîn bê vekirin lê Walîtîya Enqereyê destûr nedaye.
1154 girtîyên nexweş hene
Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) raporek amade kiribû. Li gor rapora komîsyonê di girtîgehên Tirkiyeyê de 1154 kesên girtî nexweş in nexweşiya 402 kesan giran e.(AS/MB)