Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) raporek amade kir. Li gor rapora komîsyonê di girtîgehên Tirkiyeyê de 1154 kesên girtî nexweş in nexweşiya 402 kesan giran e.
Bixwîne - Wezîrê Dadê: Di 8 salan de, 2 hezar û 300 kes di girtîgehan de mirine
Bixwîne - 69 hezar xwendekar di girtîgehê de ne
Komeleya Mafên Mirovan da zanîn ku li girtîgehan mafên mirovan têne binpêkirin. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamyayê cihgira sekreterê giştî yê IHDyê Necla Şengulê gotiye divê nexweşên rewşa wan xerab demildest serbest bêne berdan.
Ji IHDyê Nehir Bileceyê gotiye:
“Li gor jimarên fermî yên Wezareta Dadê di 2yê Çiriya Paşiyê de dayîn, di girtîgehan de 228 hezar û 993 kesên girtî hene. Li Tirkiyeyê 386 girtîgeh hene. Girtîgeh têra girtiyan nake. 20 hezar girtî li erdê dinivin.”
(AS/MB)