Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku 845 kesên li medyaya civakî nerazîbûna xwe ji bo operasyona li ser Efrînê diyar kirîn hatine desteserkirin.
Wezareta Karên Navxweyî li malpera xwe ya fermî daxuyanîyek belav kir:
Li gor daxuyaniyê ji 20ê Kanûna Paşiyê heta niho hatiye tespîtkirin ku 120 provakator û 845 bumanbaran 85 çalakî, 648 propaganda kirine.
Bixwîne - Li 7 bajaran 117 bikarhênerên medyaya civakî hatin desteserkirin
Herweha wezaretê eşkere kir, ji 19ê Sibatê heta niho li hemiya Tirkiyeyê 1161 operasyon hatine kirin. Li ser hev 4 hezar û 921 kes hatine desteserkirin.
(AS/MB)