Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Yekemîn Dadweriya Cezayan a Sulhê li Hataye biryara serbestiye ji bo 17 kesan da ku civîna çapemeniyê li dar xistibûn û gotibûn “Ji şerê li ser Efrînê re Na”.
Mîthat Can Serokê Şaxa Hatayê yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ji di nava wan de ye.
17 kes 13ê Sibatê hatibûn desteserkirin û vê sibehê ji bo jêpirsînê derketibûn pêşberî dozgeriyê. Paşê bi daxwaza girtinê ew şandibûn pêşberî dadweriyê.
Parêzer Hatîce Canê ji bianetê re gotibû ku daxuyaniya ji bo çapemeniyê ya 22yê Kanûna Paşiyê ya li Şaxê Hatayê ya İHDyê weke sedema desteserkirinê hatiye nîşandan.
Parêzer Servet Akbaba Sekreterê İHDyê yê Hatayê, Yûsûf Berkyurek Serokê Sendîkaya DİSK Genel İşê yê, Kerem Nalbant û Sûltan Başaran Hevserokên HDPyê yên Hatayê, Çetîn Sakalli namzetê HDPyê yê hilbijartina 1yê Çiriya Paşiyê, Adnan Eryilmaz endamê Lijneya Rêveberiyê yê berê yê Baroya Hatayê, Gulîzar Işik û Nîdal Çay endamên Egitim Senê, Hulya Kavûk Hevseroka SYKPyê ya Hatayê, Dîlek Daban û Denîz Polat Seroka BESê ya Hatayê jî di nava kesên ku hatibûn desteserkirin de bûn. (AS/FD)