Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo şeş rojnamegerên ku Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak jî di nav wan de ne cezayê mûebeda giran hat dayin. Rojnameger ji ber hewildana derbekirinê ya di 15ê Tîrmeha 2016ê de hatibûn girtin.
Dadgeha Cezayên Giran a 26. ji bo Ahmet Altan, Mehmet Altan, Nazlı Ilıcak, Fevzi Yazıcı, Faruk Şimşek û Şükrü Tuğrul bi sûcên “tinekirina rêkûpêkiya civaka girêdayî Qanûna Bingehîn” û “teşebisa tinekirina hikûmetê” cezayê mûebeta giran da.
Bixwîne - Di sêyemîn daneşînê de jî biryara tehliyekê derneket
Murat Tibet Sanlimanê nehatibû girtin lê bi heman dozê dihat dadkirin beraet kir.
Ji 19ê Hezîrana 2017ê ve doz tê birêvebirin. Pênc caran bersûc hatine dadkirin û ji 500 rojan zêde ye ku ew di girtîgehê de bûn. (EA/MB)