Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsan duh bi şev û îro saetên sibehê li Edene, Şirnex, Mêrsîn, Îzmîr, Çanakkale, Qers û Samsûnê bi hinceta ku derbarê operasyona li ser Efrînê parvekirine û heqaret li Serokomar kirine operasyon li dar xistin.
Di dema van operasyonan de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 117 kes hatine desteserkirin.
Di encama van operasyonan de li Qersê 11, li Samsûnê 7, li Îzmîr û navçeyên wê Torbali, Ûrla, Tîre û Seferîhîsarê 24, li Çanakkale û navçeya wê Gokçeadayê 8, li Mêrsîn û navçeya wê Tarsûsê 15, li Edene û navçeya wê Ceyhanê 6 kes hatine desteserkirin.
Dîsa li Şirnex, Cizîr, Silopî, Îdil, Qilaban û Bêşebabê jî 46 kes hatine desteserkirin.
Wezareta Karên Navxweyî, bi daxuyanîyekê eşkere kir ku 474 kes ji ber parvekirinên li ser “Operasyona Çiqilê Zeytûnê” û 192 kes jî ji ber protestokirina wê operasyonê hatine desteserkirin.
Herweha ji roja pêşiyê ya ku operasyona li ser Efrînê dest pê kiriye (20ê Kanûna Paşiyê) heta îro herî hindik 39 kes hatine girtin. Duh jî 6 kes hatibûn girtin. Li gorî vê encamê heta niha 45 kes hatine girtin. (AS/FD)
* Fotograf: Ceyhûn Ozer – Edene / DHA