Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Colemêrgê bi hinceta ku li ser medyaya civakî derbarê operasyona li ser Efrînê de hin tişt par ve kirine 6 kes hatin girtin.
Li bajêr 13 kes bi tohmeta ku “propagandeya rêxistina terorê” kirine hatibûn desteserkirin. Dadweriya Cezayan a Sulhê biryar girt ku 6 kes ji wan bên girtin. Ji bo 7 kesan jî bi şertê kontrola edlî biryara serbestiyê hat derxistin.
Wezareta Navxweyî 12yê Sibatê aşkere kiribû ku bi hinceta parvekirinên derbarê operasyona li ser Efrînê 474 kes hatine desteserkirin. Herweha 192 kesên ku beşdarî çalakiyên protestoyî yên li hemberî operasyonê bûne hatine desteserkirin. Ji roja ku operasyon dest pê kiriye (20ê Kanûna Paşiyê) heta îro herî hindik 39 kes hatibûn girtin.
Akademisyenê Aştîxwaz Serdar Başçetî ji ber parvekirinên wî yên medyaya civakî hat desteserkirin. Başçetîn li Zanîngeha Erzîncanê weke akademisyen kar dikir û di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji wezîfeyê hatibû derxistin.
li 6 bajaran polîsan bi ser malan de girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê, polîsan li Stenbol, Wan, Amed, Êlih, Şirnex û Edeneyê bi ser 20 malan de girtin. Polîsan bi hinceta ku di salvegera anîna Abdûllah Ocalan ji bo Tirkiyeyê li ser medyaya civakî banga çalakiyê kirine gelek kes desteser kirine.
Kesên li Edeneyê hatine desteserkirin birine Midûriyeta Emniyetê û yên li bajarên din hatine desteserkirin jî wê bibin Edeneyê.
Duh jî li Kayserîyê 6 kes, li Balikesîrê 17 kes, li Antalyayê jî 4 kes hatibûn desteserkirin. (AS/FD)
* Fotograf: Gokhan Keskinci – Edene / DHA