Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê pênc kesên ku ji ber parvekirinên wan ên li medyaya civakî hatibûn desteserkirin hatin girtin. Hejmara wan kesên ji ber parvekirinên li ser Operasyona li ser Efrînê hatîn girtin bû 39.
Polîsan, M.G., R.G., A.G., A.Y. û Ş.D. ji ber parvekirinên wan ên li medyaya civakî bi sûcê “propagandaya ji bo PKK/KCK-PYD/YPGyê” girtine û birine Navenda Emniyeta Îskenderûnê. Piştî îfadedanê ji bo desteserkiriyan biryara girtinê hatıye dayin.
Li Çewligê jî neh kes ji ber parvekirinên wan ên li medyaya civakî hatine desteserkirin.
Li navenda Balikesîrê û navçeya wê ya bi navê Erdemîtê heşt kes hatine desteerkirin. Di nav desteserkiriyan de rêvebirê Sendîkaya Perwerdeyê(Egitim Sen) Kemal Yadirgi û endamên Partiya Kedê(EMEP) hene.
Bixwîne - 474 kes ji ber parvekirinên li ser "Efrînê" yên li medyaya civakî hatine desteserkirin
Wêne: Ufuk Aktug – Hatay / DHA