Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Raşît Tukel Serokê Konseya Navendî ya TTByê û Taner Goren Endamê Konseya Navendî careke din vegeriyan ser wezîfeya xwe ku di çarçoveya operasyona li ser Yekîtiya Doktoran a Tirkan (TTB) de hatibûn desteserkirin û ji hêla Rektoriya Zanîngeha Stenbolê ve ji bo 3 mehan ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.
Di malpera înternetê ya TTByê de derbarê mijarê daxuyaniyek hat belavkirin û di vir de behsa biryara Rektoriya Zanîngeha Stenbolê hatiye kirin ku di 30ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê de dabû:
“Ew birara çewt a ku di encama desteserkirina çewt de derketibû bi paş de hatiye girtin û Dr. Tukel û Dr. Goren wê wezîfeya xwe ya doktoriyê û dersdariyê ya li hemberî xwendekar, asîstan û nexweşên xwe berdewam bikin. Em vê agahiyê ji bo doktor û gelên xwe radigihînin.” (EKN/FD)