Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamentoya Ewropayê civîneka bi navê “li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan” pêk avî. Di civînê de, Parlametoya Ewropayê Tirkiye şermezar kir ku parêzbendiya perlamentaran rakiribû. Tirkiyeyê diyar kir “ew biryar bêhikm e.”
Di heman civînê de “hewildana 15ê Tîrmehê” hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku hewildana 15ê Tîrmehê “ji bo mûdaxeleya li mûxalefeta aştiyane û meşrû wek hêcetekê hat bikaranîn.”
Parlamentoyê diyar kir ku PKK(Partiya Karkerên Kurdistanê) ji sala 2002yê ve di lîsteya rêxistinên terorî ya Yekîtîya Ewropayê de ye. Lê “ji bo çareseriyeka adilane ya kêşeyên kurdan” divê Tirkiye bi PKKyê re rûne ser maseyê mûzakereyê.(PT/MB)
Çavkanî: Deutsche Welle, AA, DHA, Reuters