Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nûçegihana Seyri Sokakê, Sibel Tekin, Emek Erezê rexnegirê berhemên edebî, yek ji avakerê Kaos GLyê Ali Erol, şêwirmenda Figen Yuksekdagê Songul Akbay û serokê Sendîkaya Karkerên Daristan û Çandiniyê, Hamît Kurd di 2yê Sibatê de hatibûn desteserkirin.
Pênc kesên ku ji ber parvekirinên wan ên li medyaya civakî hatibûn desteserkirin serbest hatin berdan. Wan kesên hatîn desteserkirin li ser operasyona li Efrînê fikrên xwe parve kiribûn.
Serdadgeriya Dadgeha Ceza û Sûlhê ya Enqereyê ya 2. biryara serbestberdana wan daye.(EA/MB)