Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Konyayê ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê de 10 kes hatin desteserkirin.
Tîmên Beşa Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Konyayê bi hinceta ku li ser medyaya civakî “propagandaya piştgiriyê ya rêxistinê û ya êrîşên rêxistin li Efrînê dike” li hemberî 14 kesan operasyon dan destpêkirin. Dozgeriyê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirine” û “kîn û nefretê li nava gel belav dike” ji bo 14 kesan biryara zeftkirinê stand.
Tîmên taybet vê sibehê di vê çarçoveyê de operasyon li dar xistin û di encamê de 10 kes desteser kirin. Polîs li çar kesan digerin.
Kesên hatin desteserkirin piştî kontrola tenduristiyê ji bo jêpirsînê birin Beşa Têkoşîna li dijî Terorê.
573 kes hatine desteserkirin
Wezareta Navxweyî aşkere kir ku ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê de 449 kes hatine desteserkirin. Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Wezaretê hatiye belavkirin, 124 kes jî ji ber beşdarî li xwenîşandanên protestoyî kirine hatine desteserkirin ku operasyona li ser Efrînê 20ê Kanûna Paşiyê dest pê kiribû.
Ji 20ê Kanûna Paşiyê roja destpêka operasyonê heta 1ê Sibatê herî kêm 34 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatine girtin. (AS/FD)
* Fotograf: Tolga Yanik – Konya / DHA