Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî aşkere kir ku ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê de 449 kes hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Wezaretê hatiye belavkirin, 124 kes jî ji ber beşdarî li xwenîşandanên protestoyî kirine hatine desteserkirin ku operasyona li ser Efrînê 20ê Kanûna Paşiyê dest pê kiribû.
Bi “propagandaya terorê” tên tohmetkirin
Di daxuyaniya Wezareta Navxweyî de kesên hatine desteserkirin bi tohmeta “kirina propagandaya terorê” tên sûcdarkirin.
Di daxuyaniyê de hejmara kesên ku di vê mijarê de hatine girtin nehatiye aşkerekirin.
Wezareta Navxweyî diyar kiriye ku di navbera 29ê Kanûna Paşiyê û 5ê Sibatê de lêkolîna 934 hesabên medyaya civakî hatiye kirin û ji bo 260 hesaban biryara lêpirsînê hatiye standin ku di van hesaban de “propagandaya rêxistina terorê dihat kirin, pesnê van rêxistinan dihat dayin, têkiliya xwe ya bi rêxistinên terorê re aşkere dikin, dijminatiyê û nefterê di nava gel de çêdikin, heqaretê li serkirdeyên dewletê dikin, hevgirtina nayê parçekirin a dewletê û ewlekariya canî ya gel dikin armanc û gotinên nefretê belav dikin.”
Ji 20ê Kanûna Paşiyê roja destpêka operasyonê heta 1ê Sibatê herî kêm 34 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatine girtin. (AS/FD)