Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta li ser medyaya civakî parvekirinên derbarê operasyona li ser Efrînê kirine de polîsan li Enqereyê, Stenbolê û Eskîşehîrê bi ser malan de girtin.
Kesên li Enqereyê hatin desteserkirin birin Beşa Têkoşîna li Hemberî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.
Parêzer Mûrat Yilmazî ji bianetê re got, saet di 10.00ê de herî kêm 10 kes hatine desteserkirin û ew birine Midûriyeta Emniyetê. Lê ew nizanin hejmara kesên ku derbarê wan de biryara lêgirînê heye çend in.
Di nava kesên ku li Enqereyê hatine desteserkirin de parêzer Kemal Aytaç jî heye. Gulendam Şen Karabulutlar, parêzera Aytaçî diyar kir ku duh bi şev polîs çûne mala Aytaçî lê ji ber ku ne li malê bûye nehatiye desteserkirin.
Aytaç yek ji wan kesan e ku ji bo kesên di doza rojnameya Cûmhûriyetê de hatine girtin her roja pêncşemê li ber avahiya Edliyeya Stenbolê Nobeta Dadê digirin. Di dema nobetê duh de parêzeran belavoka Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) xwendibûn ku digotin “Şer pirsgirêkeke tenduristiya gelan e”.
Di nava kesên ku hatine desteserkirin de Songul Akbay, şêwirmenda Hevseroka berê ya Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê, Cevahîr Canpolat ji Komelaya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê, nivîskar Emek Erez, Aysû Sîmge Taştan ji Kolektîfên Xwendekaran, Alî Erol ji Kaos GLyê, parêzer Kemal Ûlusoy û Sîbel Tekîn derhênera belgefilman heye.
Ji ber parvekirinên medyaya civakî herî kêm 35 kes hatine girtin
Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî ya 29ê Kanûna Paşiyê, bi hinceta ku li ser medyaya civakî parvekirinên derbarê operasyona li ser Efrînê kirine, 311 kes bi toheta “propagandeya terorê” hatine desteserkirin.
Operasyona li ser Efrînê 20ê Kanûna Paşiyê dest pê kiribû û 14 roj in ku berdewam dike. Di 13 rojên derbasbûyî de herî kêm 34 kes hatibûn girtin. Duh bi şev li Sakaryayê kesekî din hatiye girtin û li gorî vê encamê hejmara kesên ku hatine girtin gihiştiye 35an. (AS/FD)