ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji bo parêzer Taner Kiliç Serokê Lijneya Rêveberiyê yê Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî biryara girtinê derxist ku Kiliç duh hatibû tehliyekirin.
Kiliç ji Îzmîrê bi rêya SEGBİSê beşdarî danişîna dadgehê bû û got, “Dosya ne dosyayeke nû ye. Ne mimkun e ew dadgeh serwextî wê dosyayê bibe ku di demeke wisa kurt de lêkolîn li ser daxwaza îtirazê kiriye. Dokumaneke nû ne ketiye nava dosyayê. Ez daxwaz dikim ku hûn di biryara xwe de li ber xwe bidin.”
Dozgerî daxwaz kir ku Kiliç bê girtin. Dadgehê jî biryar girt ku Kiliç girtî bimîne û bi vî awayî were dadgehkirin.
Çi bûbû?
Parêzer Taner Kiliç Serokê Lijneya Rêveberiyê yê Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bi îdiaya ku di telefona wî de programa bi navê ByLockê heye Hezîrana 2017yê hatibû girtin.
Rosyaya Kiliçî di Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de ketibû nava îdianameya Mafparêzên li Buyukadayê hatibûn girtin ku îdianame Çiriya Pêşiyê ya 2017yê hatibû amadekirin.
Duh sêyem danişîna doza Buyukadayê bi rê ve çûbû û 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo Kiliçî dabû ku di dosyayê de tenê ew girtî mabû.
Dozger Caner Babaloglûyî li hemberî vê biryarê derketibû û 36emîn Dadgeha Cezayê Giran serlêdana dozgerî qebûl kiribû. Dadgehê derbarê Kiliçî de “biryara zeftkirinê ya ji bo girtinê” derxistibû.
Çav li rê bû ku Kiliç ji Girtîgeha Alîagayê ya li Îzmîrê tehliye bibe lê duh careke din hatibû desteserkirin û ew biribûn Qereqola Alîagayê.
Kiliç bi rêya SEGBİSê beşdarî dadgehê bû û careke din hatibû girtin.
Mûrat Dînçer parêzerê Kiliçî beriya ku Kiliç bê girtin ji bianetê re axivî bû û wiha gotibû:
“35emîn Dadgeha Cezayê Giran duh derbarê Kiliçî de biryara tehliyeyê derxist. Lê dozger li hemberî vê biryarê derket. Û dosya bir 36emîn Dadgeha Cezayê Giran.
“36emîn Dadgeha Cezayê Giran daxwaza dozgerî qebûl kir û biryara zeftkirinê ya ji bo girtinê derxist. Yanî ne biryara zeftkirinê ye, biryara zeftkirinê ya ji bo girtinê ye. Ji hêla hiqûqê ve ev, rewşeke tevlihev e.
“Bi vê biryara zeftkirinê ya ji bo girtinê re dosya careke din hat 35emîn Dadgeha Cezayê Giran. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran wê careke din bicive û wê Taner Kiliç bi rêya SEGBİSê beşdar bibe.
“Ji ber ku biryara 36emîn Cezayê Giran ne di rengê fermane de ye, dibe biryara 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a duh tekrar bike.
“Divê em rêzê ji biryara tehliyeyê ya ku duh 35emîn Dadgeha Cezayê Giran daye re nîşan bidin ji ber ku di hiqûqê re rûbirûbûyin gelekî girîng e. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran e ya li me û Taner Kiliçî guhdar kiriye. Dosyaya dozê ji 6-7 klasoran pêk tê.
“Li hemberî biryara dadgeha ku bi mehan e li ser dosyayê kar dike û li aliyan guhdar dike, biryara ji du ristan pêk tê ya 36emîn Dadgeha Cezayê Giran bêrêziya li hemberî azadiyan û ya li hemberî 35emîn Dadgeha Cezayê Giran e.
“Em dixwazin baweriyê bi wî tiştî bînin ku îtiraza dozgerî ya li hemberî biryara tehliyeyê înîsiyatîfeke şexsî ye, lê mixabin gumanên me hene.” (ÇT/FD)