Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji bo parêzer Taner Kiliç Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî “biryara zeftkirinê ya ji bo girtinê” hat derxistin. Kiliç wê îro careke din derkeve pêşberî dadgehê.
35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê duh ji bo Taner Kiliçî biryara tehliyeyê derxistibû ku di doza Buyukadayê de tenê ew girtî mabû. Caner Babaloglû Serdozgerê Komarî ê Stenbolê bi hinecta ku “İhtimal heye bersûc li derve jî peywendiyên xwe yên rêxistinî berdewam bike” li hemberî biryara tehliyekirinê ya Taner Kiliçî serî li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dabû.
Çav li rê bû ku Kiliç ji Girtîgeha Alîagayê ya li Îzmîrê derkeve lê duh careke din hatibû desteserkirin û ew biribûn qereqola Alîagayê.
Kiliç wê îro bi rêya Sîstema Dîmenan û Dengan a Elektronîk (SEGBİS) beşdarî dadgehkirina li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bibe û çav li rê ye ku îro derbarê wî de biryar derkeve.
Parêzer Dînçer: Biryar him bêhurmetiya li hemberî azadiyan hin jî li hemberî dadgehê ye
Mûrat Dînçer parêzerê Kiliçî pevajoya ku hatiya jiyîn ji bianetê re ragihand:
“35emîn Dadgeha Cezayê Giran duh derbarê Kiliçî de biryara tehliyeyê derxist. Lê dozger li hemberî vê biryarê derket. Û dosya bir 36emîn Dadgeha Cezayê Giran.
“36emîn Dadgeha Cezayê Giran daxwaza dozgerî qebûl kir û biryara zeftkirinê ya ji bo girtinê derxist. Yanî ne biryara zeftkirinê ye, biryara zeftkirinê ya ji bo girtinê ye. Ji hêla hiqûqê ve ev, rewşeke tevlihev e.
“Bi vê biryara zeftkirinê ya ji bo girtinê re dosya careke din hat 35emîn Dadgeha Cezayê Giran. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran wê careke din bicive û wê Taner Kiliç bi rêya SEGBİSê beşdar bibe.
“Ji ber ku biryara 36emîn Cezayê Giran ne di rengê fermane de ye, dibe biryara 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a duh tekrar bike.
“Divê em rêzê ji biryara tehliyeyê ya ku duh 35emîn Dadgeha Cezayê Giran daye re nîşan bidin ji ber ku di hiqûqê re rûbirûbûyin gelekî girîng e. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran e ya li me û Taner Kiliçî guhdar kiriye. Dosyaya dozê ji 6-7 klasoran pêk tê.
“Li hemberî biryara dadgeha ku bi mehan e li ser dosyayê kar dike û li aliyan guhdar dike, biryara ji du ristan pêk tê ya 36emîn Dadgeha Cezayê Giran bêrêziya li hemberî azadiyan û ya li hemberî 35emîn Dadgeha Cezayê Giran e.
“Em dixwazin baweriyê bi wî tiştî bînin ku îtiraza dozgerî ya li hemberî biryara tehliyeyê înîsiyatîfeke şexsî ye, lê mixabin gumanên me hene.”
Çi bûbû? | |
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin. Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin. 25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man. Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke "gumanbar" ket nav îdianameyê. Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin. Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya "sîxurtî û fînansekirina terorîzmê" hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin. Di danişîna 31ê Kanûna Paşiyê de biryara tehliyekirinê ji bo Taner Kiliçî derketibû û ji bo 10 mafparêzan jî biryar hatibû girtin ku wê karibin beşdarî dadgehkirinên ji niha û pê de nebin. |
(ÇT/FD)