Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Çar kesên din ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê hatin girtin ku li Dîlokê hatibûn desteserkirin. Hejmara girtiyan gihişt 32yan.
Di nava kesên ku hatine girtin de Mehmet Turkmen Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) jî heye ku 28ê Kanûna Paşiyê hatibû desteserkirin. Biryara girtinê ji hêla Yekem Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê ve hatiye dayin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî di 29ê Kanûna Paşiyê de ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê de 311 kes bi tohmeta “propagandeya rêxistinê” hatine desteserkirin.
Operasyona li ser Erînê 20ê Kanûna Paşiyê dest pê kiribû û 12 roj in ku berdewam dike. Di 11 rojên derbasbûyî de herî hindik 26 kes hatibûn girtin.
Li Agirî û Eskîşehîrê 13 kes hatin desteserkirin
Di heman çarçoveyê de li Agiriyê 8 kes, li Eskîşehîrê jî 5 kes hatin desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Agiriyê lêpirsîn dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de ji 8 kesên hatine desteserkirin 2 kes bi tohmeta ku "propagandeya rêxistina terorê kirine" hatin girtin.
Yek ji wan Maşûk Arpaç Hevserokê HDPyê yê bajarê Agiriyê ye.
(AS/FD)