Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Roketa avêtin Taxa Gultepe ya navçeya Reypanli ya Hatayê li dîwarê baxçeyê maleke ket. Piştî demeke din roketek li heman taxê li maleke din ket.
Di encama teqînê de Fatma Avlara 17 salî û kesek din birîndar bû. Avlar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê, lê li vir mir.
Şaredarê Reyhanliyê Huseyîn Şanverdiyî got, “roket, ji hêla YPGyê ji Efrînê ve hatine avêtin ku operasyon li ser wê heye.”
Şanverdiyî wiha berdewam kir; “Heta niha zêdetirî 30 roketan li vir ketine. Di van bûyeran de zêdetirî 50 kes birîndar bûne. Yek jê ji Sûriyeyê tevlî ciwana me ya îro du kes mirine.”
Du roket avêtin Kilîsê
Duh jî du roket avêtibûn Kilîsê.
Roketa pêşiyê li Kilîsê li bexçeyê zeytûna yê di navbera Taxa Oncupinar û Girê Şêx Muhamedê ketibû. Di encama bûyerê de ti kesî zerar nedîtibû. Polîs û tîmên tenduristiyê çûbûn ciyê bûyerê.
Piştî vê bûyerê bi nîv saetê roketek din avêtibûn navçeya Reyhanli ya Hatayê. Roket li taxa Gultepeyê li ciyekî vala ketibû. Li vir jî kesî zerar nedîtibû.
Li Kilîs û Hatayê çar kes miribûn
Piştî ku Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) 20ê Kanûna Paşiyê operasyona li ser Efrînê bi beşdariya Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) dabû destpêkirin ji hêla Sûriyeyê 11 roket avêtibûn navçeya Reyhanli a Hatayê, 6 roket jî avêtibûn bajarê Kilîsê.
Di encama avêtina roketa li Hatayê de kesekî ji Sûriyeyê miribû. 22yê Kanûna Paşiyê jî roketek avêtibûn navçeya Kirikhan a Hatayê û karkerê şîrketa elektrikê (TEDAŞ) Şahîn elîtaş miribû.
Herî dawî 24ê Kanûna Paşiyê roketek avêtibûn mizgefteke li Kilîsê û du kes miribûn.
Rayedar û ajansên nûçeyan ên Tirkiyeyê gotibûn ku roket ji hêla “PYD/PKK/YPG/KCK”yê ve hatine avêtin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihandiye, Sîpan Hemo Fermandarê Giştî yê YPGyê gotibû, “Yekîneyên me bi ti awayî ne Kilîs ne jî ti bajarên din nekirine hedef.” (AS/FD)
* Fotograf: Cem Genco – Hatay / AA