Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê sêyem danişîna Doza Buyukadayê bi rê ve diçe ku ji ber civina derbarê ewlekariya mafparêzan doz li 11 mafparêzan hatibû vekirin.
Dadgehê biryar girt ku Taner Kiliç bê tehliyekirin.
Li gorî biryara dadgehê 10 mafparêz wê êdî karibin beşdarî danişînan nebin. Dadgehkirin wê di 21ê Hezîranê de berdewam bike.
Beriya danişînê li derve daxuyanî ji bo çapemeniyê hat dayin
Beriya danişînê li ber avahiya edliyeyê daxuyanî ji bo çapemeniyê hat dayin û hat xwestin ku parêzer Taner Kiliç Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê ya Navdewletî serbest bimîne ku di dozê de tenê ew girtî ye.
Rojnameger û mafparêzên xwestin dozê bişopînin saet di 11.00ê de ketin salona danişînê.
Idil Eser, İlknûr Ustun, Nalan Erkem, Ozlem Dalkiran, Gunal Kurşun, Nejat Taştan û Velî Acû beşdarî dadgehkirinê bûn ku di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de hatibûn tehliyekirin. Taner Kiliçê girtî bi rêya Sîstema Peywendîya bi Deng û Dîmenan (SEGBİS) beşdarî danişînê bû.
Heyetek ji Rêxistina Efûyê ya Navdewletî dadgehkirinê dişopîne. Di nava heyetê de Andrew Gardner Lêkolînerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê, Gauri van Gulik Dîroktora Ewropayê, May Carolan Helmetkara Payebilind a Kesên di bin Xetereyê de ne, Kate Allen Dîrektora rêxistinê li Brîtanyayê, Markus Beeko Dîrektorê rêxistinê li Almanyayê, Sylvie Brigot-Vilain Dîroktora rêxistinê li Fransayê, John Peder Egenæs Dîrektorê rêxistinê li Norwecê û Esteban Beltran Dîroktorê rêxistinê li Spanyayê hene.
Di danişînê de dadgehê li midûrê wê otelê guhdarî kir ku civîna mafparêzan lê çêbûbû û polîsan bi ser de girtibû.
Mafparêz bi “emdamtiya rêxistinê” tên tohmetkirin
10 mafparêzên ku li Buyukadayê hatibûn desteserkirin bi “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” (Kanûna Cezayan a Tirkan TCK xala 314/2 û 314/3) û “digel ku ne endamê rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye” (Kanûna Cezayan a Tirkan TCK xala 220/6) tên tohmetkirin. Kiliç jî bi “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” (Kanûna Cezayan a Tirkan TCK xala 314/2) tê tohmetkirin.
Di îdianameya ku dozgerê Komarî Can Tuncayî amade kiriye de mafparêz weke endamên “FETO/PDY, PKK/KCK û DHKP/Cyê” hatine nîşandan.
Şahidê veşarî nehatibû
Çavlirê bû ku di vê danişînê de îfadeya şahidê veşarî bihata standin. Lê şahid nehatibû dadgehê.
Şahid îfade li dadgeheke din daye û di vê de gotiye ku mijara civînê li ser komputer, ewlehiya daneyan û parastina daneyên şexsî bûye û tiştek li ser siyaset nehatiye axavtin.
Her wiha şahidî gotiye ku li qereqolê nexşeyek nîşanî wî dane lê wî di civînê de tiştekî wiha nedîtiye.
Dozgerî daxwaz kir ku Kiliç girtî bimîne
Taner Kiliç û parêzerên wî diyar kirin ku lêpirsîna diviya li ser bernameay ByLockê bihata kirin 8 meh in ku nehatiye kirin û gotin ku dadgehkirina bi vî rengî ne adil e.
Dozgerî daxwaz kir ku Kiliç girtî bimîne.
Parêzerên Kiliçî bi şertê kontrola edlî daxwaza tehliyeyê kirin.
Çi bûbû? | |
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin. Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin. 25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man. Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke “gumanbar” ket nav îdianameyê. Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin. Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin. |
(ÇT/FD)