Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nivîskara malpera T24ê Nûrcan Baysal di çarçoveya wê lêpirsînê de 22yê Kanûna Paşiyê li Amedê hatibû destpêkirin ku lêpirsîn di çarçoveya parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê hatibû destpêkirin. Baysal bi şertê kontrola edlî serbet ma.
Baysal piştî jêpirsîna li Midûriyeta Emniyetê, birin dozgeriyê. Dozgerî bi tohmeta ku “propagandeya rêxistinê” kiriye daxwaza girtina Baysalê kir û ew şand ber Dadweriya Cezayan a Sulhê.
Dadweriyê Baysal bi şertê kontrola edlî serbest hişt. Parlamentera HDPyê Meral Daniş Beştaş yek ji wan kesan bû ku Baysal pêşwazî kir.
Danış-Beştaşê ji bianetê re got, rewşa wê ya tenduristiyê û moralê Baysalê baş e.
Derbarê Nûrcan Baysalî de
Sala 1975ê li Amedê ji dayik bûye. Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye. Li Zanîngeha Bîlkentê mastera xwe qedandiye.
Di navbera salên 1997ê û 2007yê de di çarçoveya Programa Geşepêdanê ya Neteweyên Yekgirtî de li Amedê û derdora wê di projeyên li ser xizanî û geşepêdanê de kar kiriye.
Di navbera salên 2008 û 2013yê de weke dîrektora programa geşepêdana çolteran a Weqfa Husnu Ozyegînî xebitiye.
Yek ji avakarên Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DİSA) ye. Her wiha endama Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên bi Darê Zorê Tên Girtin e. Şêwirmendiyê ji bo Fona Kurewî ya Ji bo Jinan û Fona Piştgiriya Bilezê dike.
Di rojname û kovarên cuda cuda de derbarê pirsgirêka Kurdan de û li ser mijarên xizanî û geşepêdanê nivîsan dinivîse. Pirtûka wê ya O Gün (2014) û Kürdistan’da Sivil Toplum (Tevlî Şeyhmûs Dîkenî 2015) ji hêla Weşanên Îletîşîmî hatiye weşandin. (TP/FD)