Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan ji ber parvekirinên li medyaya civakî li bajarên; Enqere, Izmîr, Mugla, Denizli, Manisa û Qeyserîyê gelek kesên rojnameger, sîyasetmedar û mafparêz desteser kirin.
Serdozgeriya Enqereyê bi sûcê “ji bo kîn û dijminatîyê tehrîkkirina xelkê” “ propagandaya ji bo rêxistinên terorî yên PKK/KCK/PYD-YPG û DAIŞê” biryara desteserkirinê daye.
Polîsan ji Komeleya Mafên Mirovan Nuray Çevirmen li Enqereyê desteser kir.
Rojnamegerên Sîbel Hurtaş, Hayrî Demîr, Seda Taşkin û Derhêner Fatîn Kanat ku li ser medyaya civakî “Operasyona Efrînê” rexne kirine hatine desteserkirin.
Li bajarê Izmîrê jî bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistina terorî” 23 kes hatine desteserkirin.
Hevserokên rêxistina Muglayê Fatoş A. û M.P li Muglayê hatine desteserkirin.
Çi bûbû?
Roja yekem:
- Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
Roja duyem:
- Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
- 6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
- Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Roja sêyem:
- Jîm Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê axivî û got: “Tirkiye endamê NATOyê ye. Yekane welatê NATOyê ye ku di nava sînorên wê de berxwedaneke çalak heye. Û di mijara ewlehiya wê de metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa hene.”
- Rojnameger Sîbel Hurtaş, Hayrî Demîr, Seda Taşkin û Derhêner Fatîn Kanat ku li ser medyaya civakî “Operasyona Efrînê” rexne kirine hatine desteserkirin.
- Serokkomar, Recep Tayyip Erdogan: Em bi dostên xwe yên rûs re axivîn me Amerîka qane nekir.
- Serokwekîlê Koma HDPyê Yildirim: Divê em li hemberî vî şerî derkevin.
Roja çarem:
- Di operasyona li ser Efrînê leşkerek mir.
Îro roja çarem e ku operasyon didome.(AS/MB)