Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji 21ê Kanûna Paşiyê ve, 11 rokêt li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê ketine, pênc roket jî li bajarê Kilîsê ketine. Bi rokêtan kesek miriye, 53 kes birîndar bûne.
Ajansa Anadolûyê(AA) ragihand ku “PKK/PYDyê” roket avêtine. Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) di nûçeya xwe de diyar kir ku “rokêt ji çeperên PKK/YPYê hatine avêtin.”
Waliyê Kilîsê, Mehmet Tekînarslanî eşkere kir ku li Kilîsê 7 kes birîndar bûne. Du kesên birîndar ji Sûriyeyê ne. Birîna wan ne giran e.
Li Navçeya Reyhanliyê ya Hatayê 47 kes birîndar bûne. 17 kesên birîndar bûyîn ji Sûriyeyê ne. 30 kes ji Tirkiyeyê ne.
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Jîm Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê axivî û got:
“Tirkiye endamê NATOyê ye. Yekane welatê NATOyê ye ku di nava sînorên wê de berxwedaneke çalak heye. Û di mijara ewlehiya wê de metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa hene.”
Îro roja sêyem e ku operasyon didome