Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Civîna pêşiyê ya 12 akademisyenên ji Zanîngeha Marmarayê, Zanîngeha İstanbul Teknîkê, Zanîngeha Yildiz Teknîkê û Zanîngeha Ozyegînê bi rê ve çûn.
Akademisyenên ku wê derkevin pêşberî dadgehê ev in: Dr. Alî Serdar (Zanîngeha Ozyegînê), Alîkarê Doç. Dr. Ayşe Serdar (İTU), Lêkolîner Dr. Sukran Çavdar (İTU), Doç. Dr. Leyla Şîmşek Rathke (Zanîngeha Marmarayê), Prof. Dr. Gunay Goksu Ozdogan (Zanîngeha Marmarayê), Wanebêj Censever Guner (Zanîngeha Marmarayê), Lêkolîner Can Yalçin Armûtçûoglû (Zanîngeha Marmarayê), Dîdem Gurses (Zanîngeha Yildiz Teknîkê), Lêkolîner Bûrcû Yilmaz Gunduz (Zanîngeha Marmarayê), Wanebêj Nergîs Perçînel (İTU), Xwendekarê Doktorayê (Semîh Savaşal (Zanîngeha Yildiz Teknîkê), Dr. Ayşe Zeynep Akalin Ozdemîr (İTU).
Dozger Îsmet Bozkûrtî îdianame amade kirin û akademisyen ji ber Xala 7/2yê ya Qanûna Tekoşîna Dij Terorê ya hejmar 3713yê hatin tohmetkirin ku derbarê "propagandeya rêxistina terorê" de ye. Dadgehkirina akademisyenan 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2016yê dest pê kiribûn û heta niha 77 kes cara pêşiyê derketin pêşberî dadgehê.
Civîna 1em
Parêzerê daxwaz kir ku doza Akalinê û dozên din ên akademisyenan bila bibin yek dosye. Her wiha diyar kir ku doza li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi heman armancê hatiye vekirin di çarçoveya Xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) de ye lê ya Akalinê di çarçoveya Xala 7/2yê ya Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ye (TMK). Ev jî nakokî ye û xwest ku ev rewş were zelalkirin.
Dozger li hemberî van daxwazan derket. Heyeta dadgehê jî hemû daxwaz red kirin.
Li ser vê rewşê parêzer ji bo parastina berfireh daxwaza demê kir û daxwaz kir ku dadgeh ji bo hewce nebe Akalin beşdarî civînan bibe, biryarê derxe. Dozger xwest ku ev daxwaz bên qebûlkirin. Dadgehê daxwaz qebûl kirin û biryar girt ku doz 28ê Hezîranê berdewam bike.
Civîna 2yem
Perçînel: Ji bo ku ez nebim temaşevanên mirina ti kesan min îmze avêt
Nergîz Perçînel di parastina xwe de behsa êrîşa bi bombe ya li Gara Enqereyê ya di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015yê de kir û got ku “xwendekarê me yê bi navê Guney Dogan di vê êrîşê de mir”. Dîsa behsa şer û pevçûnan kir û wiha got: “Min ev îmze ji bo ku ez nebim temaşevanên mirina ti kesan avêt.”
Parêzer Bahrî Belenî bibîr xist ku di dadgehkirina li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran tê dîtin de dozgerî lêpirsîn di çarçoveya Xala 7/2yê ya TMKyê daye dest pê kirin lê paşê bi Xala 301ê ya TCKyê berdewam kiriye û dadgehê biryara seknê daye û ji bo destûra dadgehkirinê bide dosya şandiye Wezareta Dadê.
Belenî diyar kir ku bila dosyayê ji 13emîn Dadgeha Cezayê Giran bixwazin, piştî ku ev dosya hat bila nirxandin li ser yekkirina dosyayê bê kirin û bila nirxandin li ser wî tiştî bê kirin ku ji bo di çarçoveya Xala 301ê de pêwistî bi destûrê heye ya na.
Dadgehê biryar girt ku dosyaya li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran bê xwestin, piştî ku dosya were li ser yekkirinê nirxandin bê kirin û doz 28ê Hezîranê berdewam bike.
Civîna 3yem
Bûrcû Yilmaza ji Zanîngeha Marmarayê hatiye ixrackirin daxwaza beraeta xwe kir.
Parêzer Bahrî Belenî diyar kir ku ew daxwazên di civîna beriya niha de dubare dikin. Serokê dadgehê jî got ku ew heman biryaran didin. Dadgehkirin wê 28ê Hezîranê berdewam bike.
Civîna 4em
Parêzerê Dîdem Gursesê, heman daxwaz ji bo vê dosyayê jî kir û xwest ku heyeta dadgehê ji bo parastinê demê bide wan. Heyetê daxwaz qebûl kirin û biryar girt ku dadgehkirin 28ê Hezîranê berdewam bike.
Civîna 5em
Merîç Eyubolû parêzera Semîh Savaşalî got ku miwekîlê wê li derveyî welat xebatên xwe yên akademîk berdewam dike û daxwaza di cî de beraeta wî kir.
Dozger xwest ku biryara beraetê neyê dayin û dosyaya li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran bê xwestin. Heyetê daxwaza beraetê red kir û xwest ku dosyeya li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran bê xwestin û dadgehkirin 18yê Îlonê berdewam bike.
Civîna 6em
Sevgî Epçelî Arslan parêzera Can Yalçin Armûtçûoglûyî got ku ji ber îdianame neşandine ji miwekîlê wê re ew daxwaza demê dikin û biryara beraetê xwest.
Dadgehê ji bo parastinê dem da Can Yalçin Armûtçûoglû, daxwaza beraetê red kir û biryar girt ku doz 28ê Hezîranê berdewam bike.
Civîna 7em
Doç. Dr. Leyla Şîmşekê ji bo parastina xwe hazir bike daxwaza demê ji dadgehê kir. Parêzerên wê diyar kirin ku heman daxwazên ku di civînên din de hatine xwestin dubare dikin. Dadgehê heman biryar da. Dadgehkirin wê 28ê Hezîranê bidome.
Civîna 8em
Aynûr Tûncel Yazgan parêzera Prof. Dr. Gunay Goksu Ozdoganê jî daxwaz kir ku dosyaya li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran bê xwestin û piştî wê nirxandina yekkirina dosyayê bê kirin.
Heyetê daxwaza xwestina dosyayê qebûl kir û biryar girt ku dadgehkirin 12yê Tîrmehê berdewam bike.
Civîna 9em
Şukran Çavdar û parêzerên wê beşdarî dadgehkirinê nebûn. Parêzerên ji ber ku beşdarî dadgehkirinê nebûne hincet pêşkêş kirin, dadgehê ev hincet qebûl kirin.
Civîna 10em
Alî Soydan parêzerê Alîkarê Doç. Dr. Ayşe Serdarê daxwaz kir ku piştî dosya ji 13emîn Dadgeha Cezayê Giran hat her du dosyayan bikin yek. Heyeta dadgehê daxwaz qebûl kir û biryar girt ku dadgehkirin 12yê Tîrmehê berdewam bike.
Civîna 11em
Parêzerên Dr. Alî Serdarî daxwaza beraetê kir û weke parêzerên akademisyenên din daxwaza anîna dosyaya li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran kir û piştî wê dosyayan bikin yek. Heyetê daxwaza beraetê qebûl nekir, lê ji bo parastinê dem da parêzeran û biryar girt ku dosya ji 13emîn Dadgeha Cezayê Giran bê xwestin û dadgehkirin 12yê Tîrmehê berdewam bike.
Civîna 12emîn
Cansever Guner beşdarî dadgehkirinê nebû. Ew zanyarî bi dadgehê re hat parvekirin ku Guner êdî li bajarekî din dimîne.
Çi bûbû? | |
11yê Kanûna Paşiyê ya 2016an 1128 akademisyen û lêkolînerên aştîxwaz bang li dewleta Tirkiyeyê kiribûn ku dawî li şer û tundiye bîne û vegere muzakereyan û danezana 'Em nabin hevparê vê sûcê' belav kiribûn. Hejmara îmzeyan gihiştibû 2212yan. Alîkara Doç. Dr. Esra Mûngan, Alîkarê Doç. Dr. Mûzaffer Kaya, Doç. Dr. Kivanç Ersoy û Alîkara Doç. Dr. Meral Camci li ser navê koma Stenbolê ya Akademisyenên Aştîxwaz bi civîneke çapemeniyê belavok ji raya giştî re ragihandin (10ê Adarê ya 2016yê). Ji bilî Camciyê her sê akademisyenên din bi tohmeta "propagandeya rêxistinê" di 15yê Adarê ya 2016yê de hatin girtin. Camci li derveyî welêt bû û piştî vegeriya Tirkiyeyê di 31ê Adarê ya 2916yê de hat girtin. Her çar akademisyen 22yê Nîsanê ya 2016yê di civîna pêşiyê ya dadgehê de serbest man. Di civîne pêşiyê de dozger xwest ku tohmeta li ser wan biguhere û ji ber Xala 301emîn a Kanûna Cezayan a Tirkan (TCK) bên dadgehkirin û ji bo wê jî destûr ji Wezareda Dadê were xwestin. Xala 301emîn derbarê "biçûkxistina miletê Tirk, Dewleta Komarê ya Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê" de ye. Cotmeha 2017yê herî kêm derbarê 148 akademisyenan de îdianame hatin amadekirin. Dozger Îsmet Bozkûrtî îdianame amade kirin û akademisyen ji ber Xala 7/2yê ya Qanûna Tekoşîna Dij Terorê ya hejmar 3713yê hatin tohmetkirin ku derbarê "propagandeya rêxistina terorê" de ye. Civînên pêşiyê 5ê Kanûnê ya 2017yê bi rê ve çûn. |
(BK/FD)